Halkevlerî destek da HDP'ê
Halkevlerî eşkere kir ku wê di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de destekê bide HDP'ê.
Halkevlerî eşkere kir ku wê di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de destekê bide HDP'ê.
Halkevlerî diyar kir ku wê di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de destekê bide Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û namzetê serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî ye. Hevserokên Halkevlerî Dilşat Aktaş û Nûrî Gunay gotin, ji bo têkçûna Tayyîp Erdogan divê HDP ji bendê derbas bibe.
Halkevlerî got, "Pirsgirêk di desthilatdariya Erdogan de ye, çareserî jî li aliyê çep e" û ragihand ku ji bo Tayyîp Erdogan li Meclîsê winda bike, divê HDP ji bendê derbas bibe. Halkevlerî da xuyakirin ku pêvajoya 24'ê Hezîranê de wê li kolanan bin.
Di daxuyaniyê de işaret bi dek û dolabên rejîma Erdogan hate kirin û hate destnîşankirin ku pêşîgirtina li zext, zordarî û pûçkirina dek û dolaban, wezîfeya hemû hêzên demokrasiyê ye.