Gysi: Divê ambargoya li ser Rojava tavilê bê rakirin
Gysi: Divê ambargoya li ser Rojava tavilê bê rakirin
Gysi: Divê ambargoya li ser Rojava tavilê bê rakirin
Serokê Koma Meclîsê ya Partiya Çep a Elman Gregor Gysi yê hefteya bihurî li Başûr û Rojavayê Kurdistanê hin hevdîtin kir, xwest ambargoya li ser Rojava bê rakirin. Gysi diyar kir ku di mijara alîkariya lezgîn a ji bo herêmê de berpirsyariyên Elmanya hene û bang li welatên endamên Konseya Ewlekariyê ya NY kir ku bikevin nava tevgerê.
Serokê Koma Meclîsê ya Partiya Çep a Elmanya Gregor Gysi, ji bo pirsgirêkên ji ber hovîtiya DAIŞ'ê derketine holê li cih tesbît bike, di dawiya meha Mijdarê de zêdeyî hefteyekê li Iraq, Başûr û Rojavayê Kurdistanê danûstandin kiribû. Gysi, ku destpêkê li Bexdayê bi nûnerên Şîa, Sunnî û Kurdan re hevdîtin kir, li Hewlêrê jî bi Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokwezîr Nêçirvan Barzanî û Serokê Parlamentê Yoûsûf Mûhammed re rûnişt.
Gysi dûre bi Hevseroka KNK'ê Nîlufer Koç re Wargeha Penaberan a Mexmûrê ziyaret kir. Gysi bi gerîlayên HPG û YJA Star ên Mexmûr parastin re hevdîtin kir û herî dawî derbasî Rojava bû. Rêveberê Partiya Çep Gysi bi rayedarên Kantona Cizîrê re rûnişt û Wargeha Newrozê ku Şengaliyên ji hovîtiya DAIŞ'ê reviyane lê bicih bûne, ziyaret kir.
Serokê Koma Meclîsê ya Partiya Çep Gregor Gysi danûstandin û çavdêriyên xwe yên li Iraq, Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi peyameke ji dîmen weşand û di mijara ambargoya li hemberî Rojava û têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de bang kir.
Gysi da xuyakirin ku li Başûrê Kurdistanê, di mijara hikûmeta navendî ya Iraqê de şikestinek heye û got, "Hikûmeta Iraqê bi têrkerî destê xwe yê alîkariyê dirêjî Kurdên ji ber çeteyên DAIŞ'ê mexdûr bûne, nekiriye. Kurd daxwaza çekan ji Elmanya dikin, ez vê fêm dikim. Lê belê 5 endamên daîmî yên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) pêwîste di vê mijarê de berpirsyariyê bigirin ser milê xwe."
"DI ALÎKARIYÊN ÎNSANÎ DE WEZÎFEYEKE MEZIN DIKEVE SER MILÊ ELMANYA"
Gysi ragihand ku wî bi milîtanên jin ên PKK'yî yên jiyana Êzidiyan rizgar kirine re hevdîtin kiriye û got, "Şervanên PKK'yî kalaşnîkovên kevin ên di destê xwe de nîşan dan û gotin, 'em bi van re li dijî DAIŞ'ê têdikoş in'. Li kampa Êzidî lê dimînin jî, alîkariya lezgîn a însanî şert e. Di vê mijarê de berpirsyariyên mezin dikevin ser milê Elmanya." Gysi çavdêriyên xwe yên li kampê bi vî rengî vegot:
"Mînak; li kampê hejmareke ambûlansê ya têrê dike nîne, wesayîtên karibin nexweşên giran rakin nexweşxaneyê nînin. Rewşa Kurdistana Iraqê zêde krîtîk nîne, qet nebe bi awayekî alîkarî digihêje wir. Lê belê li Rojava rewş gelekî krîtîk e, li herêmên Kurdan rêveberiyên xwe ragihandine ambargo heye. Pêwîste ev ambargo tavilê bê rakirin.
Li gel jineke biçûk min jineke ku bi 8 zarokan dimînin, dît. Rewşeke bi vî rengî ya mirovahiyê tê jiyîn. Balkêş e ku sînorê Tirkiyeyê yê di destê DAIŞ'ê de ye, vekiriye, lê hemû deriyên sînor ên li herêma Kurdan girtî ne. Pirsgirêkên herêmê gelekî tevlîhev in."
"TIRKIYE SÎNORÊN XWE LI KURDAN DIGIRE, LI DAIŞ'Ê VEDIKE"
Rêveberê Partiya Çep Gysi ji bo vekirina sînoran bang li hikûmeta Tirk kir û got, "Di vê mijarê de ez ê serlêdanê bikim û pirsa 'hûn êdî difikirin sînorên xwe vekin?' bikim. Her wiha ji bo organîzekirina alîkariya ji bo herêmê werin şandin, ez ê bixebitim." DAIŞ di mijara têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de ev tesbît kir:
"Divê em ji bîr nekin ku DAIŞ rêxistinbûyînek ji nava El Qaîdeyê derketiye. El Qaîde jî ji aliyê DYA ve ji bo li dijî Sowyetan şer bike li Afganîstanê hat avakirin. Çawa ku Îsraîlê li dijî Artêşa Rizgariya Filistînê Hamas ava kir û dûre li dijî wê şer kir. Lewma divê em di siyasetê de li ser formên nû bifikirin. Berpirsyariya Konseya Ewlekariyê ya NY gelekî mezin e û di vê mijarê de divê bikeve nava tevgerê. Nêrîna li Kurdan niha erênî ye, em li Elmanya, hem li Ewropa û hem jî li tevahiya cîhanê."