Guzelgun bû serokê ABF'ê

Ji bo Serokatiya ABF'ê, Serokê Desteya Baweriyê ya Elewiyan Huseyîn Guzelgun hate hilbijartin.

9. Civata Giştî ya Federasyona Elewî Bektaşî (ABF) duh li Navenda Giştî ya Weqfa Çanda Anatoliyê ya Haci Bektaş Velî (HBVAKV) doh pêk hat. Di dawiya civatê de rêveberiya nû hate hilbijartin.

Ji bo Serokatiya ABF'ê, Sekreterê Giştî yê Perwerdeyê yê Komeleyên Çandê yên Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) Onûr Kaya û Serokê Desteya Baweriyê ya Elewiyan Huseyîn Guzelgun bûn namzet.

Di encama dengdanê de Huseyîn Guzelgun bû Serokê ABF'ê.