Guven ê girtî: Bihar wê bi berxwedanê were

Yek ji çalakgerê greva birçîbûnê Ridvan Guven ku ev 67 roj in di greva birçîbûnê de ye, got, ''Bi biryardariya ji pola ya ku pêngavê derxistî holê û bi  baweriyê me dest bi hilweşîna dîwarên faşîzmê kir''

Li 60 girtîgehên Tirk greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a ji 320'î zêdetir girtiyên siyasî didome. Girtiyên di koma pêşî ya grevê de, ku ev 68 roj in grev didome, bi wê biryardariyê ne ku heta ku tecrîda li ser Ocalan rabe çalakiya xwe bidomînin.

Ridvan Guneş ê ku ev 67 roj in li Tîpa F'yê ya Nimro 1 a Kocaeliyê di grevê de ye, 1991'an li Erzeromê jidayik bû. Di nav malbateke welatparêz de, bi sempatiya ji bo têkoşîna azadiyê mezin bû. Ev ji 3 salan e zêdetir e li zindanê ye. Guven di nameya xwe de got, ''Pêvajoya berxwedanê û geşedanên dîrokî yên ava kiriye, me hemûyan ji kûr ve hîs kir û em yek bi yek vê dijîn. Bi biryardariya vîna ku pêngava, ''Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin'' ya ku bi giyanê Berxwedana Zindana Amedê ya 14'ê Tîrmehê dest pê kirî û bi baweriyê me dest bi lêxistina dîwarên faşîzmê kir.''

BER BI DAWIYA BÊHEMPA VE

Guven got hedefa faşîzmê ya bi tecrîdê çi qasî mezin be, hedefa ku wan jî bi berxwedanê daniye ber xwe ew çend mezin e, diyar kir bi hedefa komployê de, ya ku tê xwestin bi pergala tecrîdê were geşkirin, hemû gelê Kurdistanê heye. Guven got, ''Li gel vê, em tenê bi tiştekî dizanin, ev jî ew e ku tecrîd tenê bi berxwedanê dikare were şikandin.'' Guven wiha domand: ''Çawa ku beriya niha li dijî komployê hevrêyên me Zîlan, Sema, Viyan û bi hezaran hevrêyên me, gelê me yê welatparêz bi berxwedanya xwe xeleke ji êgir çêkiribe û bi helwesteke şoreşger û xwedî pratîkeke ku komployê pûç bikin, îro jî tevgera bi heman giyanî û baweriyê, berxwedan wê komploya ku tê xwestin were nûkirin pûç bike û tecrîdê bişkîne.''

NIKARIN HATINA BIHARÊ ASTENG BIKIN

Guven diyar kir bi vê baweriyê ew bawer dikin ku ber bi dawiyeke bêhempa ve dikin, têkoşîna ku bi berdêlan tê dayin geş dibe, faşîzm wê bikaribe kulîlkan jêbike lê wê hatine biharê asteng bike. Guven wiha domand: ''Bihar jî tenê dema ku Roj azad bû wê were. Bihara me wê şikandina tecrîdê be û veşartina wê ya di taritiya faşîzmê de be. Ji bo vê jî ev pêvajo pêvajoya berxwedanê ye. Divê her kes xwe tevlî vê pêvayê bike, hêzê bidiyê. Ji bo me jiyaneke bi her rengî nayê qebûlkirin. Jiyan ku hebe yan wê birûmet be yan jî wê qet nebe. Ji bo vê jî em bawer dikin divê em mirineke bi rûmet, tercîhî jiyaneke bêrûmet bikin. Em dibînin ku faşîzm bêrûmetiyê ferz dike, bi ser de, jê wêdetir, di şexsê gelê me de biryardar e ku hemû nirxên mirovî tine bihesibîne û tine bike.''

EM HAZIR IN KU BI HEZARAN CARAN BIMIRIN

Ji bo vê jî em çima li ser berxwedana xwe ne rawestin? Ji canê xwe pê ve tiştekî ku em winda bikin heye? Em bi hezaran girtiyên şoreşger, ji bo jiyaneke azad û mirovî ya gelên xwe, ne carekê hazir in ku bi hezaran caran bimirin. Heke em li ber xwe bidin, faşîzm wê nikaribe ji ezmên şînhahiyê, ji dilê rêwiyekî heqîqetê Ocalan, welatê wî, xaka wî û evîna li azadiyê derxîne. Ji bo vê jî em dikarin di vê rêwîtiya dîrokî de mirinê jî hembêz bikin. Weke hevrê Zîlan gotî, ''xwezî ji canê min wêdetir tiştekî dî heba ku min bikarîbûya bidaya''. Di şertên zindanê de yê min jî ji canê xwe pê ve tiştekî ku ez deynim holê tine. Sedema hebûna min vê hewce dike. Dema ku mirov di rêyê de dimeşe, mirov heqê wê rêyê bide, bibe neferek ji wê rêyê, pê re mirov bibe yek a herî watedar e û nêzî heqîqetê ye.  Em pê şanaz in, dema ku em dimeşin rêyeke me heye ku em xêz dikin.''