Gur: AKP dê li dadgehên navneteweyî bê darizandin

Gur: AKP dê li dadgehên navneteweyî bê darizandin

Parlementerê BDP’ê yê Wanê Nazmî Gur diyar kir ku hukûmeta AKP’ê nikare ji berpirsyartiya Komkujiya Roboskiyê birEve û got: “AKP an dê pêvajoya huqûqî ya di derbarê Roboskî de bidomîne, bigihîne encamê û kujeran peyda bike an jî dê li dadgehên navneteweyî bê darizandin. “

Parlementerê BDP’ê yê Wanê Nazmî Gur duh bi şev li Lijneya Giştî ya Meclîsê derbarê pêşnûmeya qanûna bûtçeya 2013 de axivî. Gur ku di destpêka axaftina xwe de polîtîkayên AKP’ê yên YE’yê rexne kir, da zanîn ku hukûmeta AKP’ê çavê xwe li hemû pêşniyarên ku YE ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dike, digire.

Gur got: “AKP’ya ku guhê xwe girtiye, di vê mijarê de di pola xwe de maye, herî kêm vê yekê bi Komkujiya Roboskê aşkere kir.” Gur ku got: “Hukûmeta AKP’ê dê hesabê Roboskî bide” wiha domand:

“Hukûmeta ku Wezîrê ji YE’yê Berpirs Egemen Bagiş jî têde ne nikare ji berpirsyartiya Roboskî bireve. AKP an dê pêvajoya huqûqî ya derbarê Roboskî de bidomîne, bigihîne encamê û kujeran peyda bike an jî dê li dadgehên navneteweyî bê darizandin.”

‘AKP DIXAPÎNE’

Gurl ku bi bîr xist ku hukûmeta AKP’ê di rapora Pêşketinê ya YE’yê de di warê azadiya raman, mafên sereke, azadiya rêxistinê, azadiya xwepêşdan û civînan de gelek rexne xwariye, got: “Lê AKP çi dike? AKP wisa nîşan dide ku ev tişt hemû li Tirkiyeyê hene û Tirkiye gul û gulistan e. Bi vî awayî dixapîne. Hemû guhertinên ku AKP di warê huquqê de dike, di bin navê reforman de hema bêje rêbaza ku Ewropayî jêre dibêjin ‘windows Dressing ‘ ango kincên i ber pencereyê bi kar tîn, ji vê zêdetir ne tiştek din e.”

‘GER 10 HEZAR KES GIRTÎ BIN MIROV NIKARE QALA AZADIYA BIKE’

Gur balê kişand ser girtinên di bin navê KCK’ê de pêk tên û got: “Ger 10 hezar kes di hundur dibe, parlemener, rojnamevan, di girtîgehan de bin, binpêkirinên mafê mirovan berdewam bikin, Tirkiye veguherîbe dojehek a meş û civînan, kesên nêrîn û ramana xwe dibêje bê darizandin..., hevalno mirov nikare li welatekî wiha qala demokrasî û pêşketinê bike. Bila birêz Wezîr baş bizane ku ev pûanên qarneya wî ne û dê di pola xwe de bimîne. “

Piştî ku Gur axafina xwe qedand, Parlementerê AKP’ê yê Semsûrê Ahmet Aydin axivî û got: “Gel qarneyê dide”. Li hemberî vê yekê, Parlementera BDP’ê ya Amedê Nûrsel Aydogan got: “Hûn dê di vê hilbijartinê de bibînin, hûn ê li hemberî li erdê bikevin, qarneya xwe bigirin.”