Gundiyan û şaredariyê bi hev re pir avakirin
Gundiyan û şaredariyê bi hev re pir avakirin
Gundiyan û şaredariyê bi hev re pir avakirin
Şaredariya Artuklu û gundiyan bi hev re li rêya gund pirek ava kirin.
Li Taxa Bernîşt a 40 kîlometreyî dûrî Mêrdînê ye gel ji bo ku bi rehetî biçin nava baxçeyên xwe li ser çek pirek çêkirin. Pira ku Şaredariya Artukluyê çêkirina wê girt ser xwe, gundiyan jî karkeriya wê kir û pir temam bû. Pira ku bi alîkariya gundiyan û şaredariyê hate çêkirin, ji bo derbasbûna gel a ji ser çem gelek girîng e.
Endamê Meclîsa Şaredariya Artukluyê Huseyîn Dogan, diyar kir ku pir bi hevkariya şaredarî û gel hatiye çêkirin û daxwazên gel anîne cih. Dogan got ku berê jî li Taxa Bernîşt ji bo gel biçin rez û baxçeyên xwe rê çêkirin û niha jî di nava gund de pir çêkirine. Dogan destnîşan kir ku hemû amûrên înşaetê şaredariya Artukluyê peyda kiriye û karkeriya wê jî gundiyan kiriye. Dogan da zanîn ku modela şaredariya gel careke din danîne holê û got wê navê pirê bikin ‘Pira Gel’.