Gundî ji mirinê filitîn

Gundî ji mirinê filitîn

Çeteyên DAIŞ’ê ji gundên Başûr yê Mezrê yê Kobanê topên hawanê avêt gundê Boydê yê girêdayê Pirsûsê ku li alî Tirkiyeyê dimîne.  Ji van hawanan yekê îsabetê baxçeyê zeytunan yê gund kir û teqeya. Topa hawanê ya duyemîn jî ku nava xaniyan neteqya û wendahiya can çênebû.

Çeteyên DAIŞ’ê ku ji saetên sibê de ji eniya Başûr ya Kobanê topên hawanê avêt herêma Tilşehîr,  ji nêzî gundê Mezrê, topên hawanê avêt gundê Boydê yê Pirsûsê. Topek hawanê li baxçeyên zeytunan kest û teqînek mezin jê hat. Ya duyemîn jî li nava gund ket û ji ber ku di erdê de çû xwarê neteqya.  

Gundiyan cihê ku hewanê lê îsabet kiribû, bi derfetên xwe xist dorpêçê. Ligel ku agahî dan leşkeran, hêj leşker nehatine gund.

Çeteyan berê jî topên hawanê avêtibûn vî gundî.  Gundiyan dîsa agahî dabûn leşkeran, lê leşker 4 roj şûnde hatibûn cihê bûyerê.

Li aliyê din ji gundê Başur li dijî Tilşehîrê avêtina topên hawanê hêj didome.