Gunay: Her ku tecrîd bidome, neçareserî jî wê dom bike

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay nerazîbûn nîşanî tecrîda li Îmralî da û got: “Şert û mercê diyalog û muzakereyê bidawîbûna tecrîdê ye.”

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, li Buroya Pêwendiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê civîna çapemeniyê lidar xist. Gunay, di destpê ka axaftina xwe de, 3’yê Konûnê Roja Astengdarên Cîhanê nirxand û diyar kir ku ew ê ji bo jiyanek bêasteng û avakirina welatek azad wê her tim têbikoşin.

Gunay, derbarê salvegera bombekirina buroya Enqerê û avahiya navendî ya Rojnameya Ozgur Ulke ya Stenbolê jî nirxand û got: “Di 3’yê Kanûna 1994’an de avahiyên rojnameyê hatin bombe kirin. Em van êrîşan carek din lanet dikiln. Berpirsên van êrîşên li dijî çapemeniya azad tên naskirin. Piştî biryara di civîna MGK’ê de hat girtin, êrîş pêk hat. 26 salin berpirsiyarên van êrîşan tên parastin. Em carek din şehîdên çapemeniya azad bibîr tînin û spasiya xebatkarên çapemeniya azad dikin.”

Gunay, diyar kir ku nîqaşên mûceya kêm bi milyonan mirova eleqedar dike û wiha pêde çû: “Desthilatdarî dixwaze heya saleke mûceya xizantiyê bi rêve bibe. Bi vê mûce kêm her ku diçe birçîbûn, xizantî û hejarî mezintir dibe. Em vê rewşê qebûl nakin û divê mûceya herî kêm bibe 4 hezar TL. Ji bo ku mûce kêm, xizantî, hejarî û birçîbûn ji holê rabe,emê bi kedkaran, bindestan û xizanan re têkoşîna xwe dewam bikin.”

Berdevka HDP’ê Gunay, wiha domand: “Siyaseta dijminantiyê ya li dijî gelê Kurd, li her qadê dewam dike. Di 30’ê Mijdarê de, ciwanê 16 salî Ozcan Erbaş, di encama gulebarandin leşkeran de jiyana xwe ji dest da. Qetilkirinên mîna Ceylan Onkol, Ûgûr Kaymaz, Berkîn Elvan, Alî Îsmaîl Korkmaz, Roboskî, Kemal Kûrkût û gelek komkujiyên sivîlan hîn jî dewam dikin. Ji ber polîtîkayên ne cezakirinê, her roja diçe ev qetilkirin zêdetir dibin. Em qetilkirina Ozcan Erbaş lanet dikin. Emê li dijî van qetlîaman bêdeng nemînin. Rojek zû ne yek dereng kujer wê li pêşberî hiqûqê hesab bidin.

Heman polîtîkayên êrîşkar di girtîgehan de jî dewam dikin. Girtiyên siyasî di 27’ê Mijdarê de, ji bo bi dawî kirina tecrîdê û binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de dest bi greva birçîbûnê kirin. Divê desthilatdarî daxwazên girtiyan li ber çavan bigirin. Li kû derê dibe bila bibe, em ê li dijî hemû êrîş û binpêkirinên mafan li ber xwe bidin û têkoşîna xwe ya meşrû bilind bikin. Desthilatdarî ji bo ku xwe li ser piyan bigire êrîşî gelê Kurd dike. Lê divê desthilatdarî baş zanibe ku bi tundiyê wê tu carî nekare li ser piyan bimîne.

Wisan difikirin ku bi kûrkirina tecrîdê û ne çareserkirina pirsgirêka Kurd her tişt wê bi qede. Bi vê boneyê em dixwazin vê bêjin, sedama hemû krîzên li welat, tecrîda dij mirovahî û bêhiqî ya li Îmraliyê dewa dike ye. Bi hinceta “Nexşerêya” berî 11 salan hatibû nivîsandin, cezayê dîsîplînê dan Birêz Ocalan û got: “Di rastiyê de, darbe bi tecrîdê dewam dike. Ev 20 salin Ocalan ligel hemû bêderfetiyan jî, ji bo aştiyê, çareseriyê û diyalogê vînek mezin nîşan dide. Vîna wî ya çareserkirinê heye. We 2 sal û nivê li Îmraliyê pêre hevdîtin kir. Lê we rêberekê ku got ; ‘ezê di heftiyekê de vê pirsgirêkê çareser bikim’ xist tecrîdê. Emê her tim heqîqetê vebêjin. Em ê ji têkoşîna xwe paşve gav ne avêjin. Her ku hûn li me bixin û êrîş bikin, em ê ewqas din mezintir bibin.

Rêya xelastiya welat û avakirina siyaseta demokratîk bi guhdarkirina Ocalan re derbas dibe. Çi dema Ocalan biaxive mirin radiweste, çi dema tecrîd hebe şer dewam dike. Em ê weke HDP’ê, pêşniyarên xwe yên siyaseta demokratîk û hiqûqa gerdûnî dewam bikin. Em bi awayekê aşker dibêjin, pêwîstî bi aştiyek birûmet û siyasetek demokratîk heye. Adresa vê û rêya çareseriyê jî Birêz Ocalane. Divê ev tecrîda nehiqûqî û bêexlaq ji holê rabe û rêyên diyalogê bên vekirin.”