Grevên birçîbûnê yên bêdem-bêdorveger dewam dikin!
Grevên birçîbûnê yên bêdem-bêdorveger, di serî de girtîgeha Şakranê li gelek girtîgehan dewam dikin. Duh jî gelek girtî tevlî grevên birçîbûnê bûn.
Grevên birçîbûnê yên bêdem-bêdorveger, di serî de girtîgeha Şakranê li gelek girtîgehan dewam dikin. Duh jî gelek girtî tevlî grevên birçîbûnê bûn.
Greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Şakran a Alîaga ya Îzmîrê, ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dawîanîna li binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan roja 15'ê Sibatê hat destpêkirin, di roja 52. de ye.
Pispor, dema piştî roja 50. weke 'asta krîtîk' bi nav dikin. Girtiyên di grevê de ne, gelekî kîlo kêm kirine. Her wiha îşkenceya fîzîkî û psîkolojîk a li girtiyan jî dewam dike.
Girtîgehên grevên birçîbûnê lê dewam dikin, ev in:
Şakan T2, 8 kes, roja 52.
Şakran T3, 5 kes, roja 52.
Şakran-Jin, 5 kes, roja 45.
Şakran-Jin, 7 kes, roja 44.
Şakran T4, 8 kes, roja 38.
Tekîrdag T1, 10 kes, roja 31.
Tarsûs-Jin, 5 kes, roja 24.
Şakran T4, 7 kes, roja 17.
Bolû Tîpa F, 10 kes, roja 12.
Antalya Tîpa L, 5 kes, roja 9.
Hatay Tîpa T, 11 kes, roja 7.
Sîncan-Jin, 9 kes, roja 5.
Kepsût, 6 kes, roja 4.
Duzce Tîpa T, 4 kes, roja 4.
Menemen T2, 4 kes, roja 3.
Gebze Tîpa M, 7 kes, roja 3.
Sîlîvrî Hejmara 5, 10 kes, roja 3.
Ceyhan Tîpa M, 3 kes, roja 2.
Kiriklar F2, 12 kes, roja 2.
Şakran T2, 12 kes, roja 2.