Greva birçîbûnê ya li Şakranê bi koma duyemîn re didome

Greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger a li Girtîgeha Jinan a Şakranê bi koma duyemîn re didome.

Girtiyên siyasî ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Mijdarê de greva birçîbûnê dabûn destpêkirin.

Greva birçîbûnê di roja 11’an de didome. Malbatên girtiyên ên ku ji bo hevdîtinê çûn Girtîgeha Jinan a Şakranê diyar kirin ku komeke nû ev grev dewr stendiye.

Hate diyarkirin ku di koma yekemîn de Cîhan Asî û Hatîce Calihan cih girtibûn û Bêrîvan Aydin û Mahsûme Şedal jî çalakiya greva birçîbûnê dewr stendine.