Greva birçîbûnê ya ji bo Kobanê ya li Nancy bi koma sêyemîn didome
Greva birçîbûnê ya ji bo Kobanê ya li Nancy bi koma sêyemîn didome
Greva birçîbûnê ya ji bo Kobanê ya li Nancy bi koma sêyemîn didome
Grev birçîbûnê ya destekkirina berxwedana Kobanê li bajarê Fransa Nancy destpê kir, dewam dike. Greva birçîbûnê ya dorveger, ku di roja heyştemîn de ye, duh ji aliyê komeke nû ve dewir hat girtin.
Greva birçîbûnê ya dorveger a Komeleya Kedkarên Koçber (ACTI) a li Nancy da destpêkirin, dewam dike. Di çalakiya li lokala ACTI de, piştî 3 rojên destpêkê yên koma destpêkê ya 7 kesan, koma duyemîn a ji 6 kesan dewir girt û çalakiya vê komê jî duh bi dawî bû. Greva birçîbûnê ji aliyê komeke nû ya ji 4 kesan ve dewam dike.
Li cihê çalakiyê wêneyê yek ji lîderên şoreşa Tirkiyeyê Îbrahîm Kaypakkaya hat daliqandin û pankarta bi zimanê Fransî ya bi nivîsa "Serketin wê ya gelê Kobanê be" hat nîşandan.
Endamên Yekîtiya Gel û MLKP der barê greva birçîbûnê de agahî dan ANF'ê û gotin, "Kobanê-Rojava kulîlkeke, kes nikare dest bidê. Silav ji neferên bi biryardarî li dijî çeteyên DAIŞ'ê ji bo azadiya gelên me şer dikin re. Silav ji kesên di dilê xwe de vî şerî hildigirin û bi berpirsyarî radibin..."
Li bajarê Nancy roja Şemiyê jî nêzî 500 Kurdistanî, Tirkiyeyî û dostên wan ên Fransî meşa 'Destekkirina berxwedana Kobanê' lidar xistibûn.