Greva birçîbûnê di roja 55. de ye

Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê di roja 55. de ye. Malbatan jî li Îzmîrê ji bo piştgiriyê dest bi greva birçîbûnê kirin. Malbatan her wiha bang li raya giştî jî kirin, ku bi berpirsyarî rabe û piştgiriyê bide wan.

Greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Şakran a Alîaga ya Îzmîrê, ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dawîanîna li binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan roja 15'ê Sibatê hat destpêkirin, di roja 55. de ye.

Ji gelek girtîgehên din jî girtî tevlî grevên birçîbûnê dibin.

Malbatên ku li Îzmîrê li hev civiyan, ji bo destekê bidin greva birçîbûnê, li avahiya DBP'ê ya Bajêr dest bi greva birçîbûnê ya dorveger a hefteyekê kirin.

Navenda Giştî ya DBP'ê jî duh bi daxuyaniyekê bang li hemû rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan kiribû, ku bi lezgînî çalakiyên demokratîk ên xurt lidar bixin.

Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP), der barê grevên birçîbûnê yên bêdem-bêdorveger de, raporek li ser çavdêriyên xwe weşand.

Di raporê de hat ragihandin, 171 girtiyên siyasî bi rengekî bêdem-bêdorveger di grevên birçîbûnê de ne. Hat gotin, ji 15'ê Adarê û pê ve jî li hemû girtîgehan ji bo 5 rojan grevên birçîbûnê yên dorveger tên lidarxistin.

Di rapora OHP'ê de li ser daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê den e, wiha hate gotin:

"Bila tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin, operasyonên binçavkirin û girtina Kurdan, demokrat û mûxalîfan biqedin û zextên siyasî û leşkerî bên bidawîkirin. Pêkanînên nebaş û ne însanî yên li girtîgehan biqedin."