Gotin zêde ye, pratîk kêm e: YE hê jî ji Erdogan hez dike

Tevî krîzên navbera Yekîtiya Ewropa (YE) û rejîma Erdogan jî, derket holê ku Brukselê hê pere li ser Enqereyê nebirî ye.

Tê gotin, Yekîtiya Ewropayê ji meha Adarê û vir ve 23 mîlyon Euro pere daye rejîma AKP'ê.

Piştî ku parêzvanê mafên mirovan Peter Steûdtner ê Elman li Buyukada ya Stenbolê ji aliyê polîsên Tirk ve hate girtin, Elmanyayê hin pêkanînên li dijî rejîma Erdogan eşkere kir. Bandora van pêkanînan dewam dike.

Yek ji van pêkanînan jî birîna alîkariya ji Yekîtiya Ewropa li Tirkiyeyê dike. Lê belê derket holê ku tevî krîz û rageşiya navbera Yekîtiya Ewropa û rejîma AKP'ê, alîkariya pereyan a ji bo Enqereyê her tim dewam kiriye.

Adara bihurî, piştî mîtîngên AKP'ê yên referandûma 16'ê Nîsanê li Ewropayê hatin qedexekirin, aloziya navbera welatên Ewropayê û rejîma Erdogan gihîştibû asta herî bilind. Erdogan bi pratîka Nazî Ewropa sûcdar kir. Tevî vê sûcdariyê û rawestandina danûstandinên endametiyê jî, derket holê ku Yekîtiya Ewropayê alîkariya ji bo Tirkiyeyê dewam kiriye.

Li gorî rojnameya Bîld a Elman, ji Adarê û vir ve Yekîtiya Ewropayê 23 mîlyon Euro daye Tirkiyeyê. Bi vî rengî pereyê ku Yekîtiya Ewropayê ji destpêka salê û vir ve daye rejîma AKP'ê, 190 mîlyon Euro derbas kir.

WELATÊN ENDAM WÊ LI SER 4,5 MÎLYAR EUROYÎ BIRYARÊ BIDIN

Yekîtiya Ewropa divê heta sala 2020'î bi giştî 4,5 mîlyar Euro alîkariyê bide Enqereyê. Komîserê Yekîtiya Ewropayê yê ji Berfirehkirinê Berpirsyar Johannes Hahn diyar kir, ev alîkariya navborî ancax bi biryara hemû welatên endam dikare bê rawestandin.

Hem ji bo danûstandinên endametiyê, hem jî peymana li ser penaberan Brukselê di nava sê salên dawî de bi giştî 10 mîlyar Euro pere da Enqereyê. 3,3 mîlyar Euro ji vî pereyî tenê ji sala 2014'an heta sala 2016'an hatibû dayin. Ji ber vê alîkariyê Tirkiye bû welatê yekemîn ê derve ku ewqasî alîkariyê ji Yekîtiya Ewropayê digire.