Goreke komî li Celawla hat dîtin

Goreke komî li Celawla hat dîtin

Li navçeya Celawla ya girêdayî eyaleta Diyala ya Iraqê goreke komî ya 250 Kurd û Ereb têde hat dîtin.

Piştî navçeya Celawla bi operasyoneke hevpar a ji aliyê pêşmerge û hêzên gerîla ji bakur û ji aliyê  artêşa Iraqê û dilxwazên Şîî ve ji başûr ji destên çeteyên DAIŞ hat derxistin, asta hovîtiyê çeteyan li navçeyê kiriye  derdikeve holê. Mirovên ku hatine gulebarankirin û bi awayekî bêserûber avêtine ser hevdu piştî lêgerînân derket holê.

Yek ji berpirsiyarê hêza asayîşa Celawla Eqîd Hejar Îbrahîm got, “Goreke komî li ser rêya Kobaşî hat dîtin, di navbera 230-250 mirov hatine gulebarankirin û avêtine  vê gorê. Berî niha bi çend rojan jî me goreke din a 40 kes têde li heman herêmê dîtibû.”

Eqîd Hejar Îbrahîm, diyar kir ku li ser daxwaza fermandariya hêzên pêşmergeyan a Germeser wê cenazeyan radestî Wezareta Şehîdên Iraqê û Kesên Hatine Enfalkirin bikin.