‘Giyanê demê berxwedan e’

Ji Koordînasyona PAJK’ê Rojîn Hêja got: “Giyana demê berxwedana li hemberî faşîzmê, bi Mazlûm, Kemal, Xeyrî û Sarayan dest pê kiriye.”

Endama Koordînasyona PAJK’ê Rojîn Hêja beşdarî bernama Xwebûn a radyoya Dengê Welat bû, girêdayî rewşa girtîgehan û Efrînê rojev nirxand. Rojîn di serî de berxwedana girtiyan silav kir û wiha domand: “Berî her tiştî ez hevalên girtîgihan silav dikim û berxwedana wan pîroz dikim. Di dîrokê de jî hatiye dîtin berxwedana girtîgehan ji dema 14’ê Tîrmehê ji Mazlûm, Kemal, Xeyrî û Sarayan dest pê kiriye. Li hember hemû binpêkirinên mafan, şikandina vînê, nenaskirina nasnamê, li hember wan hemûyan, wan hevalan serî rakirin. Heval Mazlûm pêvajo bi nav kir û got: ‘Em ê bi berxwedanê dengê xwe bidin bihîstin.’ Bi rastî jî bi formula ‘Berxwedan Jiyan e’ li mirovahiyê û rastiya gelê Kurd xwedî derketin. Ji wê demê heya niha, ji birina dadgehê heya girtina îfadeyan û birina nexweşxanê hemû pêkanîn ji bo şikandina vînê dikirin. Hevalên me jî li hemberî wan hemû kirinên faşîzane li ber xwe dan, bi pêşengiya hevalên me, mirovahiyê qezenc kir.”

Rojîn gotina heval Mazlum a ‘Teslîmiyet dibe îxanetê, berxwedan dibe serkeftinê’ ji bo roja îro jî derbasdar e û got: “Dema ku em wê demê û rewşa îro li Tirkiyê didin berhev heman tişt e. Her çendî hikumet guherîn, berpirsiyar guherîn lê di polîtîkayên dewletê de guhertin tineye. Polîtîkayên dewleta Tirk ên sala 1924’an çi bû, niha jî bi heman şêweyî berdewam dike. Wê demê jî li hemberî berxwedana hevalên me yên girtîgehan têk çûn, niha jî bi heman şêweyî têk diçin. Destpêkê xwestin bertekan binêrin û wiha têxin meriyetê. Dawiyê dîtin bi pêşengiya Mazlûman hevalan berxwedanî kirin.”

‘LI HEMÛ GIRTÎGEHAN BERXWEDAN HEYE’

Rojîn bal kişand ser berxwedana girtîgeha Xerpêtê û wiha berdewam kir: “Li girtîgeha Xerpêtê hevalên jin heya 68 rojan gireva birçîbûnê berdewam kir. Li hemû girtîgehan hevalên me berxwedanî kirin. Em berxwedaniya hevalên xwe pîroz dikin. Ji derve malbatan jî bertek nîşanî dewletê dan. Em jî hemû piştevaniya hevalên xwe dikin û em ti carî napejirînin. Bi qasî me di raya giştî de şopandî ew cil li girtîgehan belav kirine. Li girtîgeha Amedê hevalan bertek nîşandan û gelek heval ji ber wê bertekê sirgûn kirin. Navê wan hevalan di raya giştî de jî hat dayîn. Divê ne tenê hevalên me yên PKK î û PAJK î hewce ye hemû girtî bertek nîşan bidin. Ji ber ev li hemberî hemû girtiyan tê kirin.”

Rojîn bilêv kir ku divê ji derve jî piştevanî mezin bibe û wiha pêde çu: “Ev bar tenê li ser milê hevalên girtî namîne. Di pêvajoya 2012’an de jî ji ber rewşa Rêbertiyê grev dan despêkirin heya ser 60 rojan ket, nû dewlet kete nava tevgerên hevdîtin bi Rêbertiyê re kirin. Niha jî dema gireva birçîbûnê ya Xerpêtê ser 60 rojan ket nû ketin nava tevgerê ku daxwazên wan bipejirînin. Em ê li her derê hev temam bikin û serî li hemberî polîtîkayên wan nedanin. Çawa demên derbasbûyî hevalên me yên girtîgehan tazî çûne dadgehan û cilên wan li xwe nekirine, wê niha jî bi heman şêweyî bertekên xwe nîşan bidin.”

Rojîn ji bo têkoşîna Efrînê li hemberî faşîzmê jî wiha nirxand: “Li gel hemû cureyên êrîşan jî helwesta gelê Efrînê ya ji xwe bawer û serhildêr hewceyî pîrozkirinê ye. Ji xwe vîna Tirkan a şerkirinê nemaye, bi teknîkê hewil dide xwe di çapemeniyê de hêzdar nîşan bide, lê naverok vala ye. Li gel ji şeva destpêkê heya niha hemû bombabarana hewayî ser cihên sivîl û kargehan jî hîna berxwedana gel li pêş e. Li bajarekî dan, bajar hemû ne leşker e, di nava bajar de li sivîlan da, zarokên sê salî, şeş salî qetilkirin. Li malekê dan, heşt kes ji heman malbatê qetilkirin. Ew malbat jî ji herêma şer koçî Efrînê kirine, di kargeha mirîşkan de dixebitîn.”

Rojîn da zanîn ku rûyê dewleta Tirk ê qirêj li ber çav e û got: “Her roj di nava Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de girtin, kuştin hene. Me qala girtîgehan kir, ev tenê bi girtîgehan re sînordar nîne. Dixwaze xwe bi tirsê ser serê gel bide jiyîn. Hemû dîkator di dawiya xwe de mîna gurê har dibin. Niha Erdogan jî ketiye rewşek wiha, niha jî bêtehmûliya hemû hêzên deshilat li hember şoreşa Rojava bi heman şêweyî ne. Nirxandinên endamên MÎT’ê yên di destê hevalên me de jî hevkariya tirkan bi DAIŞ’ê re piştrast kirine.”

‘WEKE KOBANÊ EM Ê LI EFRÎNÊ JÎ XWEDÎ DERKEVIN’

Rojîn deskeftiyên Rojava jî wiha anî ziman: “Ger li Rojava me xwîn rijand, em bi ser ketin û ramanên Rêber Apo li wê bi giyan bûye, em ê ticarî dest jê bernedin. Wê ew şoreş mezin bibe û ji bo hemû cîhanê bibe model. Weke hêza alternatif em bi vîna xwe ya azad şer dikin. Weke Kobanê em ê li Efrînê jî xwedî derkevin û biparêzin. Ev çend roj in dixwaze bi hêza xwe ya teknîkê çavê gel bitirsîne û herêmê vala bike. Lê gel tê dîtin çawan di nava berxwedanê de ne. Jixwe didan diyarkirin bila bên wê çawan derkeve.”

Rojîn vîn û berxwedana gelê Efrînê jî pîroz kir û wiha domand: “Ev berxwedana wan wê her dem ji bo me bingeh be. Lê divê em vê tenê li ser milê Efrînê nehêlin. Ji xwe ji Ewrûpa heya gelek deverên welat gel li ser piyan in. Ez bang li gel dikim li hember hewldanên deshilatiyê yên bêdengkirinê zêdetir deng derxin ji nava Tirkiye û Bakurê kurdistanê. Divê em di cihê wî de wî têk bibin. Hinek çalakiyên weke daxuyanî êdî têr nake, divê li hember hemû êrîşan bi pêşengiya jin û ciwanan çalakiyên hîn zêdetir bibandor bên lidarxistin. Hemû çalaki rewa ne, hewce ye her kes berxwedanê bingeh bigirin.

Em şer dikin, lê di nava şer de jî bi rêgez şer dikin. Em xweparastinê bingeh digirin, lê êrîş li ser bingehê qirkirinê ne, êdî dibe ku mirov ji bo parastina xwe êrîş jî bike. Li her çar aliyê welat û derveyî welat çalakî berdewam dikin û wê hîn zêdetir jî zêde bibin.”