Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ji bo 'yekîtiya neteweyî' û 'parastina hevpar' bang kirin

Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê bi wesîleya Newrozê bang li gelê Kurd kirin ku bi ruhê 'yekîtiya neteweyî' û 'parastina hevpar' têbikoşe û serketinê misoger bike.

Bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê Denîz Kaya daxuyaniyek da û diyar kir ku ew Newrozê bi coş, moral û baweriyeke mezin pêşwazî dikin.

Di destpêka daxuyaniyê de Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hêzên grîla, gelê Kurd û gelên bindest hemûyan hate pîrozkirin û di şexsê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan, fermandarê gerîla Mahsûm Korkmaz (Egîd) û Îsmet Çardaş ê 14'ê Adarê di encama polîtîkaya kuştinê ya dewleta Tirk a li zindanan de şehîd bû, hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi hurmet û rêzdarî hatin bîranîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Meha Adarê li gel meha Newrozê ya Cejna Berxwedanê ya Neteweyî di heman demê de meha Lehengiya Neteweyî ye. Gelê me bi girîngiya dîrokî ya van herdu rastiyên dîrokî zane. Dibe heqîqetek timî ber bi pêş ve û serketina bi berxwedanê. Em Newroza îsal bi berxwedaneke mezin pêşwazî dikin ku di dîroka mirovahiyê de xwedî cihekî mezin e û wateyeke mezin e.

Newroz biryardariya azadî û serhildanê ya mezin a li dijî koletî, zilm û serîtewandinê ye. Di jiyana kolekirî û xiyanetê de nîşaneya îradeya azad e."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 21'ê Adarê dengê azadiyê yê Kurdan e, bawerî û biryardariya mezin a rabûna ser piyan e û hate gotin, "Ev deng îro bi berxwedana Rêber Apo û tevgera PKK-PAJK'ê re gerdûnî bûye. Bi rengê jin a azad, bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' veguheriye agirê azadiyê yê global.

'EM HÊZÊN GERÎLA SILAV DIKIN'

Ev rastiya bi rûmet a ku di dîrokê de xwedî cihekî girîng e, bi rastiya Rêbertî ya nîv sedsal li pey xwe hiştiye û bi rastiya PKK-PAJK'ê ya ku afirandiye dewam dike, dibe ronahiya hêviyê ji gelan re, textê tarîtiyê yê zaliman tîne xwarê û heqîqeta civakî ya xwedawendiyê ava dike. Hêzên gerîla yên leheng bi ruhê Newrozê şer dikin. Em hêzên gerîla yên fedaî silav dikin ku bi ked û fedakariyên mezin têdikoşin. Gerîlayên azadiyê ku di dema nû ya têkoşînê de derbên giran li dijmin dixin û herî dawî bi sîstema parastinê hêza hewayî ya dijmin pûç kir, careke din nîşan dan ku têk naçin. Em sîstema parastinê ya azad pîroz dikin ku ji aliyê Navenda Parastina Gel ve hate eşkerekirin."

'DI 31'Ê ADARÊ DE DIVÊ BERSIVA PÊWÎST BÊ DAYIN'

Di dewama daxuyaniyê de işaret bi hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê hate kirin û hate gotin, "Weke şoreşgerên PKK û PAJK'ê em bang li gelê xwe û gelan dikin ku di 31'ê Adarê de li dijî mejiyê AKP-MHP'ê yê komkujer, diz û mêtingeriya kesê di hilbijartinê de bersiva pêwîst bidin û vê yekê weke berpirsyariyeke dîrokî ji xwe re bibînin."

'PÊŞMERGE DIVÊ BI GERÎLA RE DI HEMAN ENIYÊ DE BIN'

Di dewama daxuyaniyê de bang li gelê Kurd hate kirin ku li hemberî PDK'ê ya ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê rê dide artêşa faşîst, helwesteke tund nîşan bide û hate gotin, "Ji bo parastina yekîtiya neteweyî û global, ji bo avakirina Kurdistana azad û paqijkirina xaka Kurdistanê ji postalên qirêj ên mêtingeran, em bang li hêzên pêşmergeyan dikin ku bi ruhê parastina hevpar li gel gerîlayên leheng di heman eniyê de têbikoşin û serketinê misoger bikin."