Girtiyên nexweş ber bi mirinê ve hatin sirgûnkirin
Girtiyên nexweş ên ku ji bo tedawîkirinê ji Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê anîn girtîgeha li Wanê, sirgûnî Girtîgeha Tîpa H a Erzîromê hatin kirin.
Girtiyên nexweş ên ku ji bo tedawîkirinê ji Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê anîn girtîgeha li Wanê, sirgûnî Girtîgeha Tîpa H a Erzîromê hatin kirin.
Girtiyên nexweş ên ku ji bo tedawîkirinê ji Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê anîn girtîgeha li Wanê, sirgûnî Girtîgeha Tîpa H a Erzîromê hatin kirin.
Endamê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê Parêzer Naîm Çalî nerazîbûn nîşanî sirgûnkirinê da û destnîşan kir ku girtiyên nexweş sirgûnî mirinê hatine kirin.
Ji 22 girtiyên nexweş ên berî 5 mehan ji Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê ji bo tedawîkirinê sirgûnî Girtîgeha Tîpa M a Wanê hatin kirin Îzzet Sevîlgen, Selahattîn Kilinç, Hîkmet Kara, Emîn Sosin, Ramazan Ozyîgît, Ridvan Taniş û Mehmet Tosûn bêyî ku tedawiya wan bê kirin, hatin sirgûnkirin.
Girtiyên nexweş ku ji bo rapora "nikare li girtîgehê bimîne" werbigirin çûn kontrola doktor, bêyî ku bi durustî bên mûayenekirin, rapora "dikarin li girtîgehê bên ragirtin" ji wan re hat dayîn û di 10'ê Mijdarê de sirgûnî Girtîgeha Tîpa H a Erzîromê hatin kirin.
Endamê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê Parêzer Naîm Çalî da zanîn ku sirgûn bi kêfî hatiye kirin û bang li raya giştî kir ku ji bo girtî bi lezgînî tedawî bibin, bi berpirsyarî tevbigere.
Çalî anî ziman ku ti aliyê hiqûqî yê biryara sirgûnê nîne û got, "Girtî ji bo bên dermankirin ji Şirnexê anîn vê derê. Lê li şûna ku tedawiya wan bê kirin, rastî destdirêjî, gef û zexta rêveberiya girtîgehê hatin. 19 girtiyên nexweş hemû li koxûşekê hatin bicihkirin. Di nava girtiyên nexweş de yên bi nexweşiya şewbê jî hebûn. Li girtîgehê rastî pêkanînên ne kêmî darbeya 12'ê Îlonê tên. Di heman demê de, bêyî ku tiştekî bikin jî ji mafên spor, sohbet û telefonê bêpar hatin hiştin. Divê ev yek tavilê bê sererastkirin."