Girtiyên nexweş 21 roj in di greva birçîbûnê de ne
Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa R a Menemenê, 4 girtiyên nexweş ji ber ku bersiv ji daxwazên wan re nayê dayin ev 21 roj in di greva birçîbûnê de ne.
Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa R a Menemenê, 4 girtiyên nexweş ji ber ku bersiv ji daxwazên wan re nayê dayin ev 21 roj in di greva birçîbûnê de ne.
Ji girtiyên bi nexweşiya giran ên li Girtîgeha Tîpa R a Îzmîr-Menemenê Ergîn Aktaş, Yûsûf Bûlût (68), Dîcle Bozan ê ji Bakurê Sûriyeyê û Ehmedê Xemî (18), ji ber destûr nayê dayin ku bên dermankirin, li dijî cihêkariya li wan tê kirin ji 20'ê Nîsanê ve di greva birçîbûnê de ne.
Ji girtiyên ku 21 roj in di greva birçîbûnê de ne Dîcle Bozan çend roj berê bi parêzerê Şaxê Îzmîrê yê ÎHD'ê Zafer Încîn re ku hate serdana wî axivî û qala rewş û daxwazên girtiyan kir.
Parêzer Încîn diyar kir ku lingekî Bozan jêkirî ye, roviyên wî li derve ne û divê derhal bê dermankirin. Încîn da xuyakirin ku ji ber şert û merc gelekî giran in, girtî êdî tedawiyê red dikin û got, "Me gelek caran daxwazên wan ji îdareyê re ragihand. Tevî vê yekê jî gavek nehate avêtin û şert û merc nehatin sererastkirin. Girtî ji ber helwesta îdareyê di greva birçîbûnê de ne. Û dibêjin ku heta guhertin bibe wê greva xwe ya birçîbûnê heta dawiyê bidomînin."