Girtiyên li Êlihê: Sebra me difûrînin!

Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa M ya Êlihê tên ragirtin, dan xuyakirin ku mafên wan tên binpêkirin û rastî pêkanînên kêfî tên.

Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa Me ya Êlihê tên ragirtin, bi rêya malbatên xwe, nameyek ji raya giştî re şandin. Di nameyê de bal kişandin ser binpêkirinên mafên mirovan, pêkanînên kêfî û zextên di demên dawî de li girtîgehan tên kirin.

Girtiyan diyar kir ku di nava 3 mehan de nêzî 60 girtiyên siyasî hatine sirgûnkirin û dan zanîn ku rêveberiya girtîgehê piştî sirgûnan hewl dide pêkanînên 'tîpên F' li ser wan jî bimeşînin. Girtiyan dan xuyakirin ku rêveberiya girtîgehê bi vê yekê re hewl dide "provokasyonan" derxîne û ev tişt anîn ziman: "Her tim bi awayekî sîstematîk gardiyan û leşker li ser me digerin û bi vî awayî sebra me difûrînin. Ji bo provokasyonê derxînin, lêgerînê dikin."

Girtiyan ragihandin ku heta niha der barê wan de bi dehan lêprisîn hatine destpêkirin û wiha pê de çûn: "Cezayê herî giran ê hucreyê li me dibirin. Mehekê me ji mafê aktîvîteyên sosyal û hevdîtinê bêpar dihêlin. Hewl didin vê yekê jî bikin amûra provokasyonê. Bi vê yekê re hewl didin jiyana me ya komunal û parvekirinê asteng bikin. Ev pêkanîn bi destê Midûrê 1. ê girtîgehê tê kirin. Midûr bi hestên tolhildêrî nêzî me dibe. Hemû pêkanînên xwe dispêre 'fermannameyê' lê em cara ewilî bi pêkanînên vî rengî re rû bi rû dimînin."

Girtiyan anî ziman ku ew ji pêkanînên dij dekmoratîk aciz bûne û bang li raya giştî kir ku li hemberî vê yekê bêdeng nemînin.