Girtiyên li Bolûyê: Berdêl çi dibe bila em ê bidomînin!

Girtiyên ku li girtîgeha  Bolûyê li dijî tecrîdê di grevê de ne, gotin, ''Berdêla wê çi dibe bila bibe, heta ku em encamekê bistînin em ê bidomînin. Em ê tecrîdê bişkînin''.

Selamî Kiliçaslan, yek ji çalakgerê greva birçîbûnê, ku li Girtîgeha Tîpa F'yê ya Bolûyê gritiye. peyamek şand.


Kiliçaslan di nameya xwe de got, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne xwedî hêlek hiqûqî û mirovî ye, hevdîtina parêzer û malbatê ya hiqûqî bi rengekî kêfî tê astengkirin û tê xwestin ku vê tecrîdê li ser hemû civakê berbelav bikin û got, ''Grevên birçîbûnê ji bo ku dawî li vê nehiqûqî û helwesta dijmirovî ya hikûmetê were, tê kirin.''

'EV 54 ROJ IN EM DI GRÊVÊ DE NE, MORALÊ ME BAŞ E'

Kiliçaslan her wiha got li Girtîgeha Tîpa F'yê ya Bolûyê li gel wî, hevalên wî  Hayrî Demîr, Ahmen Emîn Eren, Huseyîn Barsak û Ismaîl Kocaman jî ji 16'ê Çile ve di greva birçîbûnê de ne û greva wan ketiya roja 54'an, moral û motîvasyona wan baş e, nexweşiyên fizîkî dest pê kirine.

'JI BILÎ JIYANEKE AZAD JIYAN BALA ME NAKIŞÎNE'

Kiliçaslan her wiha got berdêla wê çi dibe bila bibe heta ku encamekê bistînin ew ê çalakiya xwe bidomînin û ew bawer dikin bi ser bikevin û tecrîdê bişkînin. Kiliçaslan got, ''Heke wê bibe, divê jiyan bi azadî be. Ji bilî jiyaneke birûmet û azad ti rengê jiyanê bala me nakişîne.''

'NEWROZÊ EM Ê TECRÎDÊ PARÇE BIKIN'

Kiliçaslan herî dawî got, ''Newrozê em ê pergala tecrîdê ya Imraliyê parçe bikin. Bi vê çarçoweyê ji niha ve cejna Newrozê li her kesî ji dil pîroz dikim, em saleke azad, ku demokrasî lê ava bûyî, gel bi hev re bi rehetî û bi azadî dijîn hêvî dikin. Hêviya me û baweriya me ya bi a azadiyê tam e.''