Girtiyen ji doza PKK û PAJK’ê şervanên YPG/YPJ silav kirin

Girtiyen ji doza PKK û PAJK’ê şervanên YPG/YPJ silav kirin

Girtiyên PKK û PAJK'î yên di zîndanên Tirkiye û Kurdistanê de, di 5'emîn roja greva birçîbûnê ya ji bo Kobanê de bi daxuyaniyeke nivîskî berxwedana şervanên YPG û YPJ'ê ya li hemberî DAIŞ'ê silav kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku çalakiya wan a birçîbûnê ya bêdem wê kom bi kom û dorveger bidome.

Di daxuyaniya li ser navê hemû girtiyên PKK û PAJK'î ji aliyê Nasrullah Kuran û Rojbîn Perîşan hate weşandin de wiha hate gotin: "Em bang li gelê xwe yê çar parçeyan dikin yekgirtina xwe ya li dora berxwedana Kobanê hîn mezintir û zêdetir bikin. Em raperîn û serhildana gelê xwe ya li tevayî Kurdistan û dîasporayê silav dikin. Gelê Kurd di nav berxwedaneke nedîtî de ye. Em şervanên YPG'î û YPJ'î yên ku mîmarên vê berxwedanê ne silav dikin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku çalakiya 4 hezar girtiyên ku li 92 zîndanên Tirkiye û Kurdistanê ketiye roja xwe ya pênçemîn û wiha hate gotin: "Çalakiya me ya di 15'ê Cotmehê de destpê kiriye wê bêdem, lê dorveger bidome. Kom wê çalakiyê dewrî hev bikin. Em bi vê çalakiyê sekna gelê Kurd a li Kobanê silav dikin."