Girtiyên girêva birçîbûnê: Em piştevaniyê geş bikin
Li Girtîegha Tîpa T a Duzceyê, koma 3’yemîn a greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê dewr girt, banga xwedî derketina çalakiya greva birçîbûnê kirin.
Li Girtîegha Tîpa T a Duzceyê, koma 3’yemîn a greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê dewr girt, banga xwedî derketina çalakiya greva birçîbûnê kirin.
Li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê, komek girtî çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike, dewr girt. Girtiyan bi navbeynkariya malbatên xwe, banga xwedî derketina çalakiyê greva birçîbûnê û piştevahiyê li raya giştî kirin. Girtiyan diyar kirin ku hevalên wan ên bi şewba vîrûsa koronayê ketine hene û li gel vê yekê jî çalakiya xwe dewam dikin. Girtiyan dan zanîn ku bergiriyên li dijî vîrûsê pir kêmin û her ku diçe vîrûs belav dibe.
Girtî Mehmet Salîh Ûlitaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edenê jî dimîne, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re kir de, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê rû didin. Ûlitaş, daxuyakirin ku çalakiya wan a greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê dewam dike.