Girtiyê nexweş Ozgur Karagoz hat berdan

Girtiyê nexweş Ozgur Karagoz hat berdan

Girtiyê bi navê Ozgur Karagoz ê ku bi nexweşiya pençeşêrê ya bi navê "malîgn hîstîosîtozîs" a ku gelek kêm tê dîtin ket û ji ber vê nexweşiyê vucuda wî ji sedî 86 astengdar bû piştî parêzeran daxwazname dan dadgehê, serbest hat berdan.

Girtiyê bi navê Ozgur Karagoz ê ku bi nexweşiya pençeşêrê ya bi navê "malîgn hîstîosîtozîs" a ku gelek kêm tê dîtin û ji ber nexweşiyê vucuda wî ji sedî 86 astengdar bû ji Girtîgeha Tîpa T a Metrîsê tahliye bû. Karagoz piştî duh 4'emîn Dadgeha Asliye ya Amedê daxwaznameya tahliyeyê da di saetên êvarê de hate tahliyekirin.

Karagoz, piştî di 23'yê çileya 2010'an de 9 sal û nîv cezayê ji aliyê 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê jê re dayî hate erêkirin hatibû girtin. Karagoz ji ber ku tevlî çalakiya şermezarkirina operasyona bi navê "KCK'ê" ya di 6'ê kanuna 2009'an bû ji aliyê 4'emîn Dadegeriya Asliye ya Amedê ve 4 sal cezayên din lê hatibûn birîn. Karagoz bi giştî 13 sal û nîv ceza girtibû û 3 sal bû di girtîgehê de bû. Karagoz, di dema girtinê de bi nexweşiya ji mîlyonan yek tê dîtin a bi navê "malîgn hîstîosîtozîs" ket. Karagoz ji ber nexweşiya di mêjî û pişîkê de hûcreyên "langerhans" de texrîp çê dibe û xirab dibe ji vucuda xwe sedî 86 astengdar bû. Ligel nexweşxaneyan di raporên dayîn de gotin rewşa Karagoz di asta gelek krîtîk da ye Saziya Tipa Edlî di 10'ê nîsana 2013'an de rapora "dermankirina wê bê kirin dikare di şertên girtîgehê de bimîne" da û tahliye nehatibû kirin. Nexweşxaneyên Karagoz lê dihate dermankirin jî ji sedî 86 raporên astengdar dabûn.