Girtiyê nayê dermankirin 87 roj in di greva birçîbûnê de ye
Şeyhdavût Başkan ku li Girtîgeha Hejmara 1'ê ya Bunyanê ya Kayseriyê nayê dermankirin 87 roj in di greva birçîbûnê de ye.
Şeyhdavût Başkan ku li Girtîgeha Hejmara 1'ê ya Bunyanê ya Kayseriyê nayê dermankirin 87 roj in di greva birçîbûnê de ye.
Rêveberiya Girtîgeha Jimar 2 ya Bunyan a Kayseriyê bi hinceta ‘Em ê we ji bo dermankirinê bibin nexweşxaneyê’, girtî Şeyhdavût Başkan û 4 hevalên wî ji girtîgehê derxistin. Lê li şûna ku girtiyan bibin nexweşxaneyê, veguhestin Girtîgeha Jimar 1 a Bunyan a Kayseriyê. Li dijî vê binpêkirinê, girtî ev 87 rojin di greva birçîbûnê de ne.
Girtiyê li Girtîgeha Hêjmar 2 a Bunyan a Kayseriyê Şehydavut Başkan ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketibû greva birçîbûnê, di 26’ê gulanê de bi sedema dê wî bibin muayeneyê sewqî Girtîgeha Hêjmar 1 a Bunyanê kirin. Başkan bi rêya malbatê diyar kiribû ku ger wî dîsa neşînin girtîgeha berê dê dest bi greva birçîbûnê bike. Li ser vê yekê bav Şeyhmus Başkan serî li ÎHD’ê ya Amedê dabû. Ji ber ku daxwazên Başkan pêk nehatin di 9’ê tîrmehê de dest bi greva birçîbûnê kir. Başkan ji bo dîsa sewqî girtîgeha berê bikin 87 roj in di greva birçîbûnê de ye.
ROJIYA MIRINÊ
Bavê Başkan, Şêyhmus Başkan têkildarî çalakiya kurê xwe û mexduryeta dijî ji ajansa me re axivî. Başkan da zanîn ku piştî çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kurê wî qet ne hat dermankirin û di 26’ê gulanê de bi sedema dê wî bibin muayeneyê sewqî Girtîgeha Hêjmar 1 a Bunyanê kirin. Başkan anî ziman ku li dijî vê kurê wî di 9’ê tîrmehê de dest bi greva birçîbûnê kiriye û got, heke daxwaza kurî wî neyê cih dê dest bi rojiya mirinê bike.
‘MAFÊN CIVAKÎ TÊN BINPÊKIRIN’
Başkan da zanîn ku herî dawî ew di 2’ê îlonê de bi telefonê bi kurê xwe re axiviye û got: “Kurê min ji sedî 44 astengdarê zihnî ye. Bi hênceta dê wî derman bikin şandin girtîgeha din. Ancak ne tedawî dikin û ne jî mafên wî civakî didine. Pêwîste lawê min were dermankirin. Kî çi sûcî kiribe jî divê bê dermankirin. Di destûra bingehîn a Tirkiyeyê de mafên girtiyan hene. Mirovatiyek wiha nabe. Ne rojname ne jî pirtûk didin girtiyan. Ne jî kontrola tenduristiyê tê kirin. Rewşa girtîgeha tê de gelek xirabe û hemû mafên girtiyan tên binpêkirin. Heq û hiqûq li vî welatî nîne. Bila dewlet min jî bavê je girtîgehe. Tenê daxwaz min ew e ku kurê min sewqî girtîgehek nêzî Amedê bikin. Tu derfetên min nîne ez her car biçim Qeyserî. Ez vê bêhiqûqiya dewletê aşkera dikim. Kerem bikin werin min jî bigrin û bavêjin girtîgehê.”
‘JI ENCAMA NEYÎNÎ WEZARETA DADÊ BERPIRSYARE’
Başkan bilêv kir ku ew têkildarî rewşa kurê xwe bi rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirova ya Amedê re û bi parlamenterên HDP’ê re hevdîtin pêk aniye û tevî hemû hewldanên wan jî bi kurê wî re hevdîtin nehatiye kirin. Başkan da zanîn ku heke tiştek bi kurê wî bibe dê berpirsiyariyê vê yekê dewlete û wiha got: “Min bi destê xwe ji girtîgehê re daxwazname nivîsandin. Li şûna ku girtî bên dermankirin, dixin hucreyê. Dozger dibêje ku her tişt di destê wezareta dadê de ye. Ji min re got; ‘Ez ê daxwaznameya te ji wezaretê re bişînim.’ Rapora kurê min heye ku tê de tê gotin ku ji sedî 44 astengdare. Ji bo ku kurê min baş bibe divê cihê wî bê guherandin. Ji bo vê min serî li gelek deveran û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da. Ger ku tiştek bi serê kurê min were, berpirsiyar wezareta dadê ye. Ez ê dev ji wan bernedim. Pêwîst bike ez ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidim.”