Girtinên dawî mesajek ji bo Ewropayê ye

Alîkara Serokê ÎHD'ê Parêzer Yolerî got, bi girtina 6 parêzvanên mafên mirovan re mesaj ji Ewropayê re hatiye dayin. Seroka Giştî ya TÎHV'ê Prof. Fîncanci jî diyar kir, hikumet wê têkiliyên navneteweyî ji nedîtî ve bê û giraniyê bide nava xwe.

10 parêzvanên mafên mirovan, ku li Buyukada ya Stenbolê hatin binçavkirin, piştî hefteyekê derxistin pêşberî dadgehê. 6 ji wan pêr bi şev hatin girtin. Seroka Giştî ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Prof. Şebnem Korûr Fîncanci û Alîkara Serokê Giştî yê ÎHD'ê Parêzer Gulseren Yolerî, li ser biryara girtinê ji ANF'ê re axivîn.

MESAJ JI YEKÎTIYA EWROPAYÊ RE HATE DAYIN

Parêzer diyar kir, di dema qedexeya derketina derve û piştî ragihandina Rewşa Awarte de rêveberên ÎHD'ê hatin binçavkirin û girtin, lê belê bandoreke bi vî rengî nekir û anî ziman, ku nûnerên rêxistinên mafên mirovan ên têkiliya wan a navneteweyî xurt e û heta niha li derveyî zextên dewletê man, bûne hedef. Yolerî destnîşan kir, ku ev rewş hem weke dawiya mafên mirovan û îlankirina rejîma otorîter a li Tirkiyeyê dikare bê dîtin, hem jî li dijî Yekîtiya Ewropayê ku Tirkiye xiste statuya kontrola siyasî, weke mesajekê bê xwendin.

BI FERMANA SIYASÎ HATE KIRIN

Parêzer Yolerî bibîr xist, ku hema piştî binçavkirinê medya alîgirê desthilatdariyê, dest bi sûcdarkirina parêzvanên mafên mirovan kiriye û got, "Ne tenê Serokkomar, her wiha emniyet, dozgerî, dadgerî, rayedarên desthilatdariyê; her kes dizane ku sûcekî hatibe kirin nîne. Ji ber vê yekê kes nikare li ber nebûna hinceta hiqûqî ya girtinê rabe. Di rewşeke bi vî rengî de tenê sedemeke girtinê heye; dibe ku bi fermanê hatibin girtin."

'TÊKOŞÎN WÊ BÊ DUDILÎ BIDOME'

Yolerî ragihand, ku parêzvanên mafên mirovan wê her tim li ser rêya xwe bin û got, "Hejmara rêveberên me yên heta niha hatine kuştin 13 ye. Hejmara yên hatine binçavkirin, girtin û ceza li wan hatiye birîn bi hezaran e. Me têkoşîna xwe ya 31 salan di nava van şert û mercan de meşand, em ê bidomînin. Di vê mijarê de em dudil nînin. Afirandina jiyaneke ku li rûmeta mirovan tê, bi têkoşînê dibe."

XETERÎ ZÊDE BÛYE

Prof. Şebnem Korûr Fîncanci jî diyar kir, ku tevî biryara Neteweyên Yekbûyî ya ji bo parastina parêzvanên mafên mirovan, her tim êrîş li parêzvanên mafên mirovan hatiye kirin û got, "Bi taybetî, sala 2009'an bi bahaneya dozên KCK'ê polîtîkaya zextê û têkbirinê hate meşandin. Di nava 2 salan de ev polîtîka hate şidandin û parêzvanên mafên mirova bi îdîayên li derveyî rastiyê hatin sûcdarkirin, têkiliya wan bi terorîzmê re hate danîn û bi vî rengî hewl hate dayin ku raya giştî were xapandin."

Fîncanci da zanîn, binçavkirin û girtin, girtina rêxistinên civakî yên sivîl, radyo, televîzyon û rojnameyan, derxistina ji kar a zêdeyî 100 hezar kesî parçeyeke ji vê polîtîkaya zordar e û wiha dewam kir: "Bêguman girtina parêzvanên mafên mirovan ên li qada navneteweyî tên naskirin re xeterî zêde bûye ku hikumet wê têkiliyên navneteweyî bêhtir ji nedîtî ve bê, giraniyê bide nava xwe û xwe ji derve bigire."

Fîncanci destnîşan kir, ku di vê demê de li dijî dezenformasyonan lazim e agahiyên şênber hem li nava welêt hem jî li qada navneteweyî bi raya giştî re bên parvekirin, bê rawestan qala berpirsyariyên hikumetê yên ji bo bicihanîna peymanên navneteweyî bê kirin û got, têkoşîn wê bidome.