Girtina Seroka Giştî ya ESP’ê Otlû hate protestokirin

Girtina Seroka Giştî ya ESP’ê Çîçek Otlû, li Kadikoy a Stenbolê ji aliyê rêxistinên civaka sivîl û partiyên cuda ve hate protestokirin.

Li ser banga Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) ji bo Seroka Giştî Çîçek Otlû daxuaynî hat dayîn. Girseya li Qada Khalkendonê li hev civiyan, girtina Otlû protestokirin. Di daxuyaniyê de HDP, Partiya Şoreşger, HDK, SKM û TKP'ê jî cih girtin, piştgirî dan berxwedana Otlû.

Daxuyaniya ku ji hêla Alîkara Seroka Giştî Fadîme Çelebî ve hat xwendin de, hat gotin ku wê ti êrîş vîna wan neşkîne, ew wê heta dawiyê li dijî bêedaletiyê têkoşînê bidin. Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Ûfûk Gullu jî diyar kir ku ew ê mil bi mil têkoşînê mezin bikin. Serokê Giştî yê TKP'ê Erkan Baş jî got: "Em ê li ber xwe bidin" û bal kişand ser çalakiya HDP'ê ya Wijdan û Edaletê û piştrast kir ku di nobedê de jî hatiye dîtin, pirsgirêka herî mezin edalet e.

Daxuyanî bi dirûşm û çepikan bi dawî bû.