Gerîlayan fermandara xwe ya mezin Bêrîtan bibîr anîn
Li Herêmên Parastinê yên Medyayê, dibe ku yên herî zû xwe gihandin qada merasîmê ya ji bo bîranîna Gulnaz Karataş (Bêrîtan) em bûn. Danê sibehê me li cihê xwe girtibûn.
Li Herêmên Parastinê yên Medyayê, dibe ku yên herî zû xwe gihandin qada merasîmê ya ji bo bîranîna Gulnaz Karataş (Bêrîtan) em bûn. Danê sibehê me li cihê xwe girtibûn.
Berî çend rojan baran bariya, ezman paqij kir û ax ji nû ve zindî kiribû. Herçend demsal payîz jî be, gihayê piştî rojên germ û ziwa yên havînê şîn bûn û roja ku ji ezmanê paqij û zelal rûyê xwe yê li ken nîşan da, kêfxweşiya mirovan a jiyanê zêdetir dikir. Di rojeke bi vî rengî de, tevî du hevalên xwe yên rojnamevan, ji bo beşdarî merasîma bîranînê ya gerîlayên jin a ji bo Gulnaz Karataş (Bêrîtan) bibin, danê sibehê em ketin ser rê.
Li Herêmên Parastinê yên Medyayê, dibe ku yên herî zû xwe gihandin qada merasîmê ya ji bo bîranîna Gulnaz Karataş (Bêrîtan) em bûn. Danê sibehê me li cihê xwe girtibûn. Dema me xwe gihandin qadê, gerîlayên tevlî merasîmê bibin hînê nehatibûn. Gerîlayên jin ên li kampê amadekariya merasîmê dikirin, li ser hemû detayan disekinînin. Kom hatibûn avakirin, her komek bi berpirsyariyekê radibû. Dika bernameya bîranînê di navbera du daran de hatibû amadekirin. Li ser dikê her wiha posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ala PAJK'ê û wêneyên gerîlayên jin ên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, hatin daliqandin.
Di bîranîna ku bi merasîma leşkerî destpê kir de ji Fermandarên YJA-Starê Leyla Amed û Derya Amed, endamên Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhed û Zeynep Efrîn, tevî bi dehan gerîlayên jin amade bûn. Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhed li merasîmê axivî û bal kişand ser girîngiya Bêrîtan a di têkoşîna azadiyê ya jinê de. Serhed bibîr xist ku îro li gelek deverên cîhanê Şehîd Bêrîtan bi merasîman tê bibîranîn û da zanîn ku Bêrîtan bi şehadeta xwe re artêşbûyîn diyarî jinên Kurd kiriye û têkoşîna azadiyê ya jinê bêhtir watedar kiriye. Serhed da xuyakirin ku jinê bi artêşbûyînê re têkoşîna herî watedar a bê meşandin, bi rê ve biriye û bal kişand ser keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di vê têkoşîna jinê ya li dijî koledariyê.
Piştî merasîma leşkerî, bernameya ku di şexsê Şehîd Bêrîtan de ji bo hemû şehîdên meha Cotmehê hatibû amadekirin, destpê kir. Bername ji aliyê du gerîlayan ve dihat pêşkêşkirin. Bernameyê bi koroyê destpê kir. Di her straneke koroyê de dilsoziya bi têkoşînê re hebû.
Piştî koroyê, ji bo lîstina skeç û nîşandana pandomîmê, perda dikê vebû. Pênc jinên di pandomîmê de cih girtin, bi kostumên xwe yên ji qumaşê spî gelekî bedew xuya dikirin. Hîn bêhtir min bi baldarî li wan temaşe kir. Di her tevgereke xwe de mîna çûkên difirî ezmanan bûn.
Dûre li ser berxwedana jinê û tirsa ku AKP'ê afirandiye, bi zimanekî heneko skeç hat pêşkêşkirin.
Herî dawî Awazên Çiya ku di nava gelê Kurd de xwedî chekî cuda ye, derket ser dikê û hunera xwe pêşkêş kir. Awazên Çiya, tevî stranên li ser Sakîne Cansiz, Gûrbetelî Ersoz û Gulnaz Karataş (Bêrîtan) 5 stranên xwe yên nû pêşkêş kir û rastî eleqeyeke mezin hat.
Piştre li ber stranên nû û kevin ên komê govend hat gerandin.