Gelo Kobanê wê girêka Elmanya ya Kurd veke? - Perwer Yaş

Gelo Kobanê wê girêka Elmanya ya Kurd veke? - Perwer Yaş

Heman piştî meheke berxwedana Kobanê, balkêş e ku rayedarên hikûmeta Elman dawî li bêdengiya xwe anîn. Serokê koma hevparên koalîsyonê CDU/CSU Kauder dibêje, "Divê li dijî DAIŞ'ê destek ji PKK'ê re bê dayîn", lê wezareta karên hundir a ser bi partiyê hînê dibêje, "Ji bo jinûve nirxandina qedexeya PKK'ê ti sedem nîne." Ev nêrîn û nêzîkatiya Elmanya ya li ser Kurd û PKK'ê wê heta kengî dewam bike?

Ji bo pirsa "Di têkoşîna li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de, çekên Elmanyayê ji Pêşmerge re çû, di vê têkoşînê de komên din ên mîna PKK jî cih digire. Gelo divê PKK jî neyê destekkirin?" a malpera înternetê ya kovara Der Spiegel Spiegel Online de, Serokê Koma CDU/CSU hevparên hikûmeta Elmanya Volker Kauder ev bersiv da:

"Ez dizanim ku kîjan pirsgirêkên Tirkiyeyê bi PKK'ê re heye, lê belê temaşekirina li dagirkirina bajarekî girîng ê sînor ji aliyê DAIŞ'ê ve û veguherîna DAIŞ'ê weke gefeke ewlekariyê ya gelemperiya cîhanê, çareserî nîne. Dibe ku destekkirina komên cuda, gengaz be. Lê belê ev yek ne li dijî Tirkiyeyê, divê bi Tirkiyeyê re bê kirin. Di nav vê de desteka ji bo PKK'ê jî heye."

Ev gotinên Kauder ku duh gava destpêke hat xwendin mebesta wî baş nehat fêmkirin, di heman demê de Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) nûçeyeke bi sernavê "Qedexeya PKK'ê wê dewam bike" ya agahiyên xwe dispart çavkaniyên Wezareta Karên Hundir, diweşand. Di hikûmeta Demokratên Sosyal-Demokratên Xiristiyan de Wezareta Karên Hundir di destê CDU de ye.

Ji bo pirsa "Qedexeya PKK'ê wê rabe?" ya AFP'ê, wezaretê bersiveke nivîskî da û got, "Ji bo rakirina qedexeya li hemberî PKK'ê ti sedemek nîne." Danê êvarê jî ev pirs derket pêşiya Wezîrê Karên Derve Frank-Walter Steinmeier, ku di ser hesabê xwe yê Twitterê bersiv dida pirsan.

STEINMEIER: HETA KU GEFA LI DIJÎ TIRKIYEYÊ DEWAM BIKE...

Parlamenterê Partiya Keskan Volker Beck pirsa "Kauder bal kişand ser dibetiya dayîna çekan ji bo PKK'ê. Gelo di vê rewşê de rast e ku mirov ji PKK'ê re bêjin rêxistineke terorîst?" li wezîr kir. Wezîr Steinmeier jî got, "Heta ku PKK bi şîdetê gefê li Tirkiyeyê bixwe, pirsa vê jî nabe" û bi van gotinan nîşan da ku helwesta wan a li hemberî PKK'ê wê neguhere.

Heman Steinmeier, Kobanê ya ku cîhanê "dît" û medya Elman jî her roj cih dayê, ancax piştî 27 rojan dîtibû. Di roja 27. a berxwedana Kobanê de, li ser pirsa bi israr a nûçegihan ev gotin ji devê Steinmeier derketibû: "Kobanê unîteyeke nû ya trajediya li Sûriyeyê ye. Zêdeyî sê sal in li Sûriyeyê şerê navxweyî dewam dike û ne ji aliyê siyasî ne jî ji aliyê leşkerî ve biryarek nehatiye dayîn."

Piştî ku gerîlayên YPG/YPJ û HPG/YJA STAR'ê, li ser êrîşa DAIŞ'ê ya 2'ê Tebaxê li hemberî Şengalê û hewldana qetilkirina Êzidiyan çûn herêmê, jiyana bi deh hezaran Êzidiyan rizgar kirin û ev yek bû sedem ku li qada navneteweyî guhertina nêzîkatiya li tevgera azadiyê ya Kurd bê rojevê. Hejmareke zêde ya çapemenî û siyasetmedarên Ewropayê, ji Yekîtiya Ewropayê re peyama "PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorîst derxîne" û ji Elmanyayê re jî peyama "Qedeya 21 salan rake" dan.

Burokratên Yekîtiya Ewropa û rayedarên hikûmeta Elman li pêşberî van bangawaziyan bêdeng man û dûre di 15'ê Îlonê de çeteyên DAIŞ'ê dest bi êrîşa li hemberî Kobanê kirin. Komkujiyek mîna ya Şengalê li ber derî bû. Çete li pêş çavê cîhanê gav bi gav bi pêş ketin û hêzên navneteweyî yên mîna Neteweyên Yekbûyî Kobanê destnîşan dikir, lê dîsa ji Elmanya deng dernediket.

Tevî ku piraniya medya Elman her roj nûçeyên li ser Kobanê weşand û Kurdan her roj çalakiyên cihêreng li vî welatî lidar xistin jî, balkêş e ku Berlînê bêdengiya xwe piştî meheke berxwedana xeta parastinê ya YPG/YPJ'ê bi dawî kir. Elmanya ya ku herçend ji rewşa li Şengalê re got "qirkirin e" lê pêwîstiyên wê bicih neanî, gelo tevahiya mehekê li benda encamê eniya li Kobanê sekinî?

Eger mirov gotinên klasîk ên wezaretên karên hundir û derve yên li ser PKK'ê deynin aliyekî, hingî sînyala guhertina hewa der heqê PKK'ê de gelo polîtîkavanê xwedî ezmûna 40 salan ê Demokratên Xiristiyan, ji aliyê din ê okyanûsê wergirtibû?

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê duh li xwe mukur hatibû ku hefteya derbasbûyî bi Hevserokê PYD'ê Salih Muslim re hevdîtin kirine, ku ev yek dikare were wateya şikandina tabûyek li hemberî tevgera azadiyê ya Kurd. Çi ecêb e beriya niha bi 21 salan, di payîza sala 1993'an de Washingtonê, ji bo bicihanîna qedexeya PKK'ê zext li lîderê berê yê CDU Helmut Kohl dikir.

Ji bo qedexeya PKK'ê di xeta Enqere-Bonn-Washingtonê de dîplomasiyeke xurt hebû. Rojnameya Mîlliyetê ku di 26'ê Mijdara 1993'an de bi manşeta "Tevgera kûrye ya veşartî" derket, trafîka hevdîtinan a navbera Çîller-Kohl-Clinton a ji bo qedexekirina PKK'ê nivîsand. Di nûçeyê de dihat gotin ku her sê lîder, di hevdîtinên xwe yên bi rêya telefonên lê nayên guhdarîkirin û kûryeyan, biryara operasyona li dijî PKK'ê wergirtine.

QEDEXEYA KOHL!

Piştî ku Tansû Çîller di Hezîrana 1993'an de li Tirkiyeyê bû serokwezîr, dozaja şerê qirêj ê li Kurdistanê zêde bû. Li gel vê yekê li qada navneteweyî jî tevgera azadiyê ya Kurd ket demeke nû. Çîller a di 20'ê Îlona 1993'an de hat Elmanyayê, di hevdîtina bi serokwezîrê hingî Helmut Kohl re de, ji bo qedexekirina PKK'ê start da.

Di roja nûçeya Mîlliyetê hat weşandin de di 26'ê Mijdara 1993'an de, di civîna wezîrên karên hundir ên 16 eyaletan de, wezîrê karên hundir ê federal Kanther, ji bo qedexekirina PKK'ê bultenek ji 53 rûpelan aşkera kir. Bultena qedexe ya Kanther, ku li ser şerê li Kurdistanê, sedemên şîdetê, şewitandina gundan ji aliyê artêşa Tirk û komkujiyên ji ber dewleta Tirk gotinek jî tinebû, wiha bû:

"PKK/ERNK li ber jiyana bi aheng a gelan asteng e. Sûcên alîgir û sempatîzanên PKK'ê yên li Elmanya û Tirkiyeyê, ji bo beşeke Tirkiyeyê tevlî dewleta Kurd a bê avakirin bikin, vê yekê bi têrkerî îspat dikin. Gef li berjewendiyên Elmanya tê xwarin. Çalakiyên şîdetê bandoreke neyînî ya girîng li têkiliyên me yên bi Tirkiyeyê re dikin. Destûrdayîna li karên PKK'ê yên li Elmanyayê wê pêbaweriya polîtîkaya derve ya Elman bike mijara nîqaşê û baweriya hevkarekî me yê gelekî girîng, bihejîne."

Gelek saziyên Kurd û 29 komeleyên Kurd ên ser bi FEYKA-KURD, di çarçoveya vê qedexeyê de, di serdegirtinên şevekê de deriyên wan hatin girtin û morkirin. Piştî rojekê rojnameya Hurriyetê bi manşeta "Danke Herr Kohl" (Spas birêz Kohl) derket.

Qedexekirina PKK'ê ya ji aliyê partiya Demokratên Xiristiyan a Kohl hat anîn, hevalên wî; Kînkel û Kanther projeya wê destnîşan kir û di dema demokratên sosyal de (Schroder Serokwezîr, Schily wezîrê karên hundir, Fischer wezîrê karên derve) bi salan bi awayê herî dijwar hat meşandin, piştî bi salan di dema hikûmeta CDU/CSU-SPD de di demeke dijwar a krîtîk re derbas dibe. Vê carê li aliyekî têkoşîna gerîlayên PKK û YPG'ê ya li dijî rêxistina herî hov a cîhanê DAIŞ'ê, heye. Kî dizane, dibe ku Kobanê girêka Elmanya ya Kurd veke...