Gelên li Ewropayê dijîn ji bo Kobaniyan hatin cem hev

Gelên li Ewropayê dijîn ji bo Kobaniyan hatin cem hev

Heyeteke ku ji nûnerên bawerî û gelên li Ewropayê dijîn ji bo ku rewşa Kobaniyên ji ber êrîşa DAIŞ’ê reviyan di cih de lêkolîn bikin çûn Pirsûsên. Heyet lêkolînên xwe dê bike rapor.

Ji Ewropayê heyetek bi armanca ku rewşa Kobaniyên koçberbûne ji nêz ve bişopînin hatin Pirsûsê.  Heyeta ji 9 kesên ku Nûnerên 57 Rêxistinên Civakî yên Sivîl bûn yên wekê Êzidî, Elewî, Laz, Asurî-Suryanî, Xiristiyan, Musevî, Tirk û Kurd pêk dihatin.
Heyet bi armanca piştgiriya bo Kobaniyên li konbajar û xanyan hatine bicih kirin û berxwedêrên xeta sînor, çû serdan welatiyên nobetê digirin. Heyet bi endamên Koordînasyona Krîza Kobanê, Komeleya Piştevanî û Alîkariya Kobanê re li Navenda Çanda Hunerê ya Amara hatin cem hev û der barê Kobaniyan de agahî girt. Heyet piştre derbasî konbajar bû û bi Kobaniyan re hevdîtin kir.

Hevseroka Federasyona Êzidiyan a Ewropayê Şafak Arabaci der barê xebatên heyetê de agahî dan û got  dê sê rojan bi Kobaniyan re hevdîtinê bikin û çavdêriyên xwe bikin rapor û ji saziyên têkildar re ragîhinin, ji bo ku zêdetir di rojevê de bihêlin jî dê  hewl bidin.

Arabaci da zanîn ku berê hemû cîhanê li wane û gotin ku Kobanê bi heyraniyek mezin temaşe dikin û got: “Em bang li her kesî dikin ku piştevaniya bi gelê Şengal û Kobanê re bilind bikin.”