Gelê Wargeha Ş. Rûstem darvekirinên Îranê şermezar kir
Gelê Wargeha Ş. Rûstem darvekirinên Îranê şermezar kir
Gelê Wargeha Ş. Rûstem darvekirinên Îranê şermezar kir
Ji bo şermezar kirina bidarvekirina girtiyên siyasî yên Kurd ji aliyê rijêma Îranê û ji bo piştgirî dana Şaredara Nisêbînê ya li himber dîwarê şermê yê di navbera Rojava û Bakûrê Kurdistanê de tê lêkirin, îro li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi meşeke girseyî û daxuyaniyek ya çapemeniyê hate şermezar kirin.
Îro piştî nîvro gelê Wargeha Penaberan ya Ş. Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo şermezarkirina darvekirina endamê PJAK’ê Hebîbûlah Gulperîpûr, Riza Îsmaîlî Mamedî û Şêrko Marîfî ji aliyê rejima Îslamî ya Îranê ve û piştgirî dayîna çalakiya Şaredara navçeya Nisêbînê Eyşe Gokhan ku li dijî dîwarê şermê dest bi rojiya mirinê kiriye çalakî pêkanîn. Çalakî bi beşdarbûna xwendekar û gelê wargehê li ber Şaredariyê kombûn û heya ber deriyê Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) meşiyan û li vir daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Di meşê de posterên Hebîbulla Gulperîpur, Reza Îsmaîlî Mamedî, Şêrko Marîfî û alên PKK’ê û KCK’ê hatin hilgirtin. Di pêşiya meşê de pankarta ku li ser nivîsa “ Ji darvekirina ciwanên Kurd re na” hate hildan.
Piştî meş gihişt ber derê nûnertiya NY’ê daxuyaniya ku ji aliyê Meclîsa Îştar û Meclîsa Gel a Demokratîk ya Wargeha Ş. Rûstem ve hatibû amadekirin, ji aliyê Endama Meclîsa Îştar Filîz Budak ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de nêzîkatiyên rejima Îranê liberamber girtiyên siyasî yên Kurd hate şermezar kirin û piştgiriya gelê wargehê ji bo çalakiya şaredara Nisêbînê hate nîşandan.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “ Jiber ku dewleta Îranê ditirse ku hewayê şoreşa Rojava bikeve di nav Rojhilatê Kurdistanê de jî, bi van darvekirinan dixwaze gelê Rojhilatê Kurdistanê bitirsîne.”
Di berdewama daxuyaniyê de piştgiriya gelê wargehê bi Eyşe Gokkan re hate nîşandan û wiha hate gotin: “ Em hem wek jinên Mexmûr hem jî gelê Mexmûr dibêjin ku, em li gel Gokkan in û em bangî hemû gelê Kurdistanê dikin ku em bi serhildanên xwe dîwarên şermê hilweşînin.”
Piştî daxuyanî hate xwendin girse bi duruşmên “ Şehîd Namirin”, “ Bijî berxwedana Rojava” hatin qîr kirin û girse belav bû.