Gelê Şêxmeqsûdê ji bo lêkolînê bang li NY'yê dike
Gelê Şêxmeqsûdê ji bo lêkolînê bang li NY'yê dike
Gelê Şêxmeqsûdê ji bo lêkolînê bang li NY'yê dike
Şêniyên Taxa Şêxmeqsûd bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên mafên mirovan ên navnetewî kirin ku derbarê êrîşa 13’ê Nîsanê ya li ser taxa wan û bikaranîna çekên kîmyewî de lêkolînê bikin.
Piştî ku li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê, di şerê navbera hêzên rejîmê û komên çekdar de roja 13’ê Nîsanê çekên kîmyewî hatin bikaranîn, şêniyên taxê jî xwest ku derbarê mijarê de lêkolîn bê kirin.
Şêniyên taxê bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên mafên mirovan ên navnetewî kirin ku derbarê mijarê de lêkolînê bidin destpêkirin. Welatiyan her wiha xwestin ku ji hêzên ku çekên kîmyewî bikar anîne, hesab bê xwestin û pêşiya van pêkanînan bê girtin.
Di 13’Nîsanê de li ser Taxa Şêxmeqsûd topbaran pêk hatibû û di encamê de 2 zarok û dayika wan jiyana xwe ji dest dabûn, 16 kes jî birîndar bibûn. Ji kesên birîndar gelek kes bi jehrê ketibûn, her wiha welatiyên ku bi hawara wan jî çûbûn, bi jehrê ketibûn.
Derketibû holê ku di topbaranê de çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Piştî vê yekê Desteya Bilind a Kurd jî ji saziyên navnetewî xwestibû ku li herêmê lêkolînê bikin.