Gelê Kurd dostekî xwe yê Arjantînî winda kir
Gelê Kurd dostekî xwe yê Arjantînî winda kir
Gelê Kurd dostekî xwe yê Arjantînî winda kir
Helbestvan, nivîskar û belgeselçêkerê Arjantînî Alejandro Haddad, ji ber kansera mejî jiyana xwe ji dest da. Haddad ê rojên buhrî pirtûka “Kronîka Berxwedêrên Kurdistan” gihandibû ber destên xwendevanan. Wê ariya Haddad li ser wesîyeta wî li çiyayên Chîapas û Kurdistanê bên belavkirin.
Gelên Kurdistanê birayekî xwe yê enternasyonalîst winda kir. Haddad, dema li Chîapas çûbû serdana Zapatîstayan Kurd nas kiribûn. Haddad ku paşê çû Kurdistanê li Amedê tevlî Foruma Civakî ya Mezopotamya bû. Pêwendî bi Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê re danî, lêkolîn û lêgerîn kirin.
Haddad di sala 2009’an de li Heskîfê di mijara bendavan de belgesela “Av” kişand. Çavdêriyên xwe yên li Kurdistanê çavdêriyên Leandro Albanî yên gerîlayan re kir yek û di pirtûka “Kronîkên Berxwedana Kurdistan” weşand.
Alejandro Haddad ê di heman demê de helbestvan bû xwedî pirtûka bi navê “Gule Gulistan” e.
Haddad ê hewl dida pêşveçûnên li Kurdistanê bigihêjin derdorên bi Îspanyolî diaxivin damezirînerê blogspota bi navê “yakurdistan” e. Gelek makaleyên Haddad ên der barê pêşveçûnên li Kurdistanê, konfederalîzma demokratîk, tevgera jinan a azad de li saziyên weşanê yên li Başûrê Kurdistanê bi sedhezaran xwendekarên wê hene hatin weşandin.
Haddad, beriya ku jiyana xwe ji dest bide, di pîrozbahiyên 2013’an de bi yek ji pêşenga Dayikên Gulanê yên Arjantînê Nora Cortîna xebateke belgesela çalakiyên hevpar, naskirina rêxistinên civaka sivîl, dayikên aştiyê yên li Kurdistan û Tirkiye dikirin.
Cenazeyê Haddad ê di 23’ê Îlonê de jiyana xwe ji dest da li ser daxwaza malbatê ku di nav wan de hevalên wî yên Kurdistanî û Arjantînî jî hebûn bi girseyî hat şewitandin. Wê ariya Haddad li çiyayên Kurdistan, Amed û Chîapas bê reşandin.