Gelê Bagcilarê jî dibêje HDP

Gelê Bagcilarê ku dibêje 'Êdî Bes e, Temam û Em aciz bûn', bi biryar e ku di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de dengê xwe bide HDP û Selahattîn Demîrtaş.

Yek ji navçeyên herî qelebalix ên Stenbolê Bagcilar e. Esnaf û şêniyên navçeyê ji nebaşiya aboriyê, ji nebûna demokrasî û bê edaletiyê aciz e. Li her qehwe, kolan, dikan an jî parkê, mijar hilbijartin e. Gelek dibêjin TEMAM, dibêjin EM ACIZ BÛNE. Hinek dixwazin biaxivin, hinek jî naxwazin. Gelek jê ditirse ku ji ber Rewşa Awarte tiştek dikare bê serê wan. Yên xwe nagirin û diaxivin balê dikişînin ser bê edaletiyê. Me nêrîna esnaf û şêniyên navçeya Bagcilarê girt.

Xwediyê qehwexaneyê Mahmût Îşlek dibêje ku ew bi salane dengê xwe dide HDP'ê. Îşlek destnîşan dike ku ji bo xwîn neyê rijandin, ji bo mirov nemirin û ji bo rizgariya gelê Kurd ew ê dengê xwe bide Selahattîn Demîrtaş û HDP'ê. Îşlek dibêje, "Em dengê xwe didin xwe, nadin kesekî din. Hikumet li ser rijandina xwîna Kurdan tevdigere. Ji bilî rijandina xwînê, kuştina mirovan, hilweşandina gundan û parçekirina me, tiştekî nake."

EM DIXWAZIN KU BÊ BERDAN

Suheyla Çetînkaya dema ku bazarê dike ji me re diaxive û destnîşan dike ku Selahattîn Demîrtaş jî mîna namzetên din divê bi rengekî azad kampanya xwe ya hilbijartinê bike. Çetînkaya dibêje, "Wekîlên ku min dengê xwe daye wan girtî ne û ez dixwazim ew bên berdan. Êdî bes e, bes e, bes e."

EM JI BO DEMOKRASIYÊ DENGÊ XWE BIDIN

Fedaî Çelîk ku emlaqfiroşiyê dike, diyar dike ku dengê wî wê ji bo têkoşîna demokrasiyê ya li dijî rejîma zordar be. Çelîk anî ziman ku ew berê CHP'yî bû, lê ji dema avabûna HDP'ê û vir ve dengê xwe dide HDP'ê. Çelîk got, "Tevlîbûna zêde ya li dengdanê wê were wateya xistina AKP'ê ji desthilatdariyê. Ez bang li hemû dengdêran dikim ku ji bo demokrasiyê dengê xwe bidin."

KÎ MAFDAR BE, KÎ MEZLÛM BE, EZ BI PÊ RE ME

Dikandar Sebahat Ozcan daxwaza aştî û aramiyê dike. Ozcan diyar dike ku 25 sal in li Bagcilarê esnaf e û tîne ziman ku kar û esnafî hatiye qedandin. Ozcan li ser dengê xwe jî dibêje, "Kî mafdar be, kî mezlûm be ez pê re me. Êdî bes e ji eciqandina mafê ewqas mirovî re."

TIRKIYE JÎ WÊ BIBE WELATEKÎ XWEŞ

Kedkara tekstîlê Sîbel Yaprak jî gilî û gazinan dike ku ciwanên Kurd bi zanebûn tevlî narkotîkê tên kirin. Yaprak destnîşan dike ku eger Demîrtaş ji girtîgehê derket û bû Serokkomar, wê Tirkiye jî bibe welatekî bedew û dibêje, "Ji bo ciwanên me ji narkotîkê bên paqijkirin, dengê xwe didim HDP'ê. Gav bi gav em dimirin. Ez ê dengê xwe bidim ê herî bedew."

PARTIYA KU PÊŞÎ LI ZILMÊ BIGIRE, HDP YE

Aktar Mûzaffer Çîftçî zêdeyî 20 sal in li Bagcilarê esnaf e. Çîftçî destnîşan dike ku partiya  pêşî li vê komkujî û zilmê bigire HDP ye. Çîftçî xwest her kes bi qîmetê HDP û Demîrtaş zanibe û ev pirs kir: "Eger Kurd niha hişyar nebe, wê kengî hişyar bibe?"