Gelê Amedê ji bo Farqînê dimeşe

Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Bajarê Amedê Alî Şîmşek, bang li gelê Amedê kir ku sibehê tevlî meşa ji bo Farqînê bibin.

Ji bo protestokirina terora dewletê ya li Farqînê wê sibe li Amedê meşek bê lidarxistin.

Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Bajarê Amedê Alî Şîmşek ji bo protestokirina hewldanên komkujiyê yên bi êrîşên bejahî û hewayî, da xuyakirin ku wê sibê meşek bê lidarxistin. Şîmşek banga tevlîbûna meşê li gelê Amedê kir, destnîşan kir ku pêwîst e gelê Amedê li hember van provayên komkujiyê û hewldanan bêdeng nemîne.

Meş sibe saet 14.00’an li pêşiya avahiya DBP’ê ya Bajarê Amedê destpê dike.