Gelan bangî Neteweyên Yekbûyî kir, dagirkeriyê bidin sekinandin

Gelên cihê li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî kom bûn û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê protesto kirin û xwestin bila Neteweyên Yekbûyî têkevin nav hewldanan.

Di çalakiyê de parlementerê SP’ê Carlo Sommarûga axivî û got, “Dewleta Tirk dêvila ku ji Rojava demokrasiyê hîn bibe, êrîşî wir dike. Ev êrîş nayên qebûlkirin.

Ji bo protestokirina dagirkeriya Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê li pêşiya avahiya Navenda Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreyê bi sedan kes kom bûn.

Girseyê wêneyên qetlîama li Efrînê hildan û nerazîbûneke tund nîşanî bêdengiya NY’ê dan.

DÊRIK: BÊDENGIYA NY NAYÊ QEBÛLKIRIN

Li ser navê PYD’ê Zozan Dêrik axivî û bal kişand ser êrîşên dewleta Tirkiyeyê. Dêrik bi zimanekî tund bêdengiya NY’yê protesto kir û got, “Em dibînin ku dema qetlîam li ser Kurdan were kirin, dinya bêdeng dimîne. Lê bila bizanibin, ew berpirsyarên van qetlîaman in. Bila her kes baş bizanibe, em ê li ber xwe bidin û wekî Kobanê em ê bi ser bikevin. Bijî berxwedana Efrînê.”

SOMMARÛGA: DIVÊ EWRÛPA Û SWÎSRE TÊKEVIN NAV HEWLDANAN

Piştî Dêrik parlementerê parlemenoya federal a partiya sosyalîst Carlo Sommûraga axivî û got, “Li hemberî êrîşên Tirkiyeyê bêdengiya Ewrûpa û Swîsreyê nayê qebûlkirin. Divê Ewrûpa û Swîsre têkevin nav hewldanan. Dema mesele Kurd be, her kes bêdeng dibe. Ez vê bêdengiyê şermezar dikim.”