Gel li Mîlano bi coş diçin ser sandoqan û dibêjin ‘NA’

Di çarçevaya referanduma li Tirkiyeyê ev 2 roje gelên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li bajarê Mîlano ya Îtalyayê dengê xwe kartînîn. Gel bi coşek mezin ve diçin ser sandoqan û nîşan didin ku wê bêjin ‘NA’.

Di çarçoveya referanduma li Tirkiyeyê ev 2 roje gelên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li bajarê Mîlano ya Îtalyayê dengên xwe kartînîn. Gel ji bajarên li derdorê Mîlano yên weke Novara, Bulzano, Torîno, Como û çend deverên din ê cuda diçin Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya li Mîlanoyê, dengên xwe bikartînin.

Gel bi coşek mezin ve diçin ser sandoqan û nîşan didin ku wê bêjin ‘NA’. Dengdan wê sibehê jî bidome. Piştê ku dengdayîn bi dawî bû, wê li Mîlano bi coşek mezin ve û bi tevlêbûna Hunermend Ozlem Bagliyan û çend hunermendên din wê Newroz bê pîrozkirin.