Fransayê bi daxwaza Tirkiyeyê Kurdek destgîr kir

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, Hayrettîn Demîr ku mafê wî yê mayinê yê karkeriyê heye di encama serdegirtina mala wî de hate destgîrkirin.

Hayrettîn Demîr ku serê sibehê hate destgîrkirin daxwaza radestkirina wî ji bo Tirkiyeyê tê kirin.

Demîr ku li Fransayê karker e piştî ku hate destgîrkirin ji Marsîlyayê birin Parîsê. Tê payin ku Demîr li Parîsê derxînin pêşberî dadgehê, malbata Demîr ji rewşa wî bi fikar e.

Tê gotin ku eger Demîr radestî Tirkiyeyê bê kirin wê jiyana wî bikeve rewşeke metirsîdar.

Li Fransayê rojên dawî li dijî Kurdan kampanyayeke zextê dest pê kir. Tedbîr danîne ser hesab û malên endam û rêveberên Civaka Demokratîk a Kurd a li Fransayê (CDK-F).

Balkêş e ku ev kiryar berî û piştî hevdîtina 13'ê Hezîranê ya navbera wezîrên karên derve yên Fransa û Tirkiyeyê pêk hatin.

Civaka Demokratîk a Kurd a Fransayê daxuyaniyek da û diyar kir, "Şik û guman nîne ku Parîsê careke din der barê aktîvîstên Kurd ên penaber ên li Fransayê bi Enqereyê re peymanên mezin pêk aniye."