Fransa ji bo destekkirina Kobanê dadikeve kolanan

Li Fransayê wê li gelek navendan ji bo destekkirina Kobanê çalakî bên lidarxistin. Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) banga beşdariya li van çalakiyên li gelemperiya Fransayê kir.

Li Fransayê wê li gelek navendan ji bo destekkirina Kobanê çalakî bên lidarxistin. Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) banga beşdariya li van çalakiyên li gelemperiya Fransayê kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya CDK-F de hat gotin, "Zîhniyeta AKP'ê ya faşîst û DAIŞ'ê, bi awayekî topyekûn êrîşî gelên qedîm ên Rojhilata Navîn kirin, jîngehên wan şewitandin, talan kirin û çi zarok çi extiyar bi hezaran mirov bi awayekî hovane qetil kirin."

'DOR A MIROVAHIYÊ YE'

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku artêşên dewletan jî nikarîbûn bi DAIŞ'ê, lê belê li Kobanê serketin hatiye bi dest xistin û hat gotin, "Ev serketin bûye serketina mirovahiyê. Bi armanca parastina serketina Kobanê û ji nû ve avakirina Kobanê, em bang li tevahiya welatparêz û her kesên alîgirê wekhevî û biratiyê dikin ku beşdarî meş û mîtîngan bibin. Girîng e em bi şiyara 'Kobanê ji bo mirovahiyê li ber xwe da, niha jî dor hatiye mirovahiyê ku Kobanê ji nû ve ava bike' tevlî çalakiyan bibin."

BERNAMEYA ÇALAKIYAN

Dem û cihê çalakiyan ên li Fransayê bi vî rengî ye:

Parîs
Saet: 14:00
Meydana Bastîlle

Marsîlya
Saet: 13:00
Réformés Canebière

Lyon
Saet: 18:00
Place des Terreaux

Strasboûrg
Saet: 14:00 
Place Kleber

Bordeaûx
Saet: 15:00 
Place de la Bourse

Toûloûse
Saet: 14:00
Place du Capitole

Rennes
Saet: 13:30
Dalle de Colombier

Montpellîer
Saet: 13:00
Place de la Comédie

Metz
Saet: 14:00
Place de République