Forensic Architecture: Tahîr Elçî ji aliyê polîsan ve hate kuştin

Beşa Avahîsaziya Edlî ya Zanîngeha Londonê piştrast kir ku Tahîr Elçî ji aliyê polîsan ve hatiye kuştin.

Beşa Avahîsaziya Edlî (Forensic Architecture) ya Zanîngeha Londonê, têkildarî bûyera kuştina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, ku di 28’ê Mijdara 2015’an de li navçeya Sûrê ya Amedê hatibû qetilkirin raporek amade kir.

Di raporê de destnîşan kir ku bûyera kuştinê ji aliyê polîsekî li qadê bûye hatiye kirin û bi awayekî eşkere diyar e ku gule ji aliyê endamên PKK'ê ve li Elçî nehatiye barandin.

Forensic Architecture, ji ber ku Ûgûr Yakişir ê PKK’î di doznameyê de bi kuştina Elçî hatiye sûcdarkirin, li ser hesabê xwe yê twîtterê bertek nîşanî doznameyê da û diyar kir ku wê danişîna doza têkildarî kuştina Elçî wê di 3'ê Adarê de pêk were.

Forensic Architecture, di twîta xwe de da zanîn ku di doznameyê de pirsgirêk heye, hem kesek ji endamên PKK hem jî polis weke kujer hatine nîşandan lê di lêkolînên me de derketibû holê ku endamên PKK’ê gule li Elçî nebarandine.