FKÊ û Meclîsa Jinên Êzidî Cejna Şêşimsê pîroz kirin
FKÊ û Meclîsa Jinên Êzidî Cejna Şêşimsê pîroz kirin
FKÊ û Meclîsa Jinên Êzidî Cejna Şêşimsê pîroz kirin
Federasyona Komeleyên Êzidiyan û Meclîsa Jinên Êzidî, bi peyamekê Cejna Şêşimsê, di serî de li civata li Çiyayê Şengalê li tevahiya Êzidiyan û gelê Kurd pîroz kirin. Di peyama hevpar de hat destnîşankirin, ku rêya yekane ya parastina nirxên olî û çandî rêxistinbûyîn û yekîtî ye û hat gotin, "Em hêvîdarin Cejna Şêşims a îsal, li welatê me bibe wesîleya bingeha aştî, azadî û kêfxweşiyê."
Rêveberiya Federasyona Komeleyên Êzidiyan li Elmanyayê (FKÊ) û Meclîsa Jinên Êzidî, bi peyameke hevpar Cejna Şêşimsê bi gotineke din Cejna Taybet a Rojê, di serî de Şengaliyên li Çiya Şengalê li gel hemû zor û zehmetiyan çanda xwe diparêzin, tevahiya civaka Êzidî û li gelemperiya gelê Kurd pîroz kirin.
Di peyama hevpar a bi gotina "Em zarokên rojê bûn, em zarokên rojê ne, em ê zarokên rojê bimînin" destpê kir de hat ragihandin Cejna Şêşims ji bo tevahiya gelê Kurd çand, ziman û dîrok bi xwe ye.
FKÊ û Meclîsa Jinên Êzidî dan xuyakirin ku ev cejn nirxekî gelê Kurd e, lewma parastin û pîrozkirina wê mafê her Kurdekî ye û gotin, "Daxwazî û bendewariya me ew e ku cejna Şêşimsê li gorî wateya bibe ronahî ji bo tevahiya cîhanê, bi taybetî Rojhilata Navîn û ji bo gihaştina nasname û ola Êzidiyatiyê bibe wesîleya gaveke mezin."
Di peyamê de bal hat kişandin ser bûyerên li erdnîgariya Kurdistanê diqewimin û hat bibîrxistin, ku hînê Qirkirinên siyasî, çandî, exlaqî, civakî, zor û zexta dewletan û şerxwazan a li ser Kurdan dewam dikin.
"RÊYA PARASTINA NIRXÊN XWE YÊN OLÎ Û ÇANDÎ RÊXISTINBÛYÎN Û YEKÎTÎ YE"
Di dewama peyamê de hat ragihandin, ku gelê Kurd ji pêvajoyeke awarte re derbas dibin û hat destnîaşnkirin, ku ji serhildanên gelê Kurd diyar dibe ku sala 2015'an wê ji bo gelê Kurd bibe sala diyarbûna çareseriya pirsgirêka Kurd.
Di vê mijarê de, di peyamê de ev xal hat destnîşankirin; "Ev sal sala diyarbûna man û nemanê ye. Kurdên Êzidî weke beşek gelê Kurd divê bi hişyarî tevbigerin. Lewma em dibêjin ji her demê bêhtir îro pêwîstiya me bi sazîbûn, rêxistinbûyîn û yekîtiyê heye. Li dijî hêzên şerxwaz, em tenê dikarin bi hêza rêxistinbûyîn û yekîtiyê nirxên xwe yên olî, civakî û dîrokî biparêzin û di rêza mirovahiya pêşketî de cih bigirin."
Rêveberiya Federasyona Komeleyên Êzidiyan li Elmanyayê (FKÊ) û Meclîsa Jinên Êzidî di dawiya peyama xwe de, bi hêviya ku cejna Şêşims a 2014'an li Kurdistanê bibe bingeha aştiya civakî, azadî û kêfxweşiyê, cejn li tevahiya gelê Kurd pîroz kir.
CEJNA ŞÊŞIMS
Cejna Şêsims, ku weke Cejna Rojê yan jî Cejna Ronahiyê jî tê binavkirin, yek ji cejnên girîng ên civaka Êzidî ye. Di destpêka meha Kanûnê de, piştî 3 rojên rojiyê yên Sêşem, Çarşem û Pêncşemê, roja Înê Cejna Şêşimsê tê pîrozkirin.