Festîvala karkeran ew ê diyarî Ocalan were kirin

Li Îngîltereyê sendîkayên ku kampanyaya ‘Azadî ji Ocalan re’ dabûn destpêkirin ji bo festîvala karkeran a herî mezin a cîhanê ya ku diyarî Ocalan hatiye kirin, bernameya hevgirtinê lidarxistin.

Li  ser navê Meclîsa Gel a Kurd a Demokratîk a Brîtanyayê hevserok Ercan Akbal  diyar kir ku ew ê bi sed hezaran kes tevlî Festîvala Galayê ya Dûrham Mîners bibin a ku diyarî azadiya Ocalan hatiye kirin. Akbal hemû beşdar silav kir ên ku tevlî festîvalê bûne.

Di heman demê de sendîkaya kanê ya Brîtanyayê ya herî mezin Dûrhem Mîners Assocîatîon jî tevlî Kampanyaya Azadî ji bo Ocalan bû. Festîvala bi navê ‘Dûrham Mîners Gala’ ya ku 134 sal in bênavber tê lidarxistin,  îsal diyarî azadiya Ocalan tê kirin. Her sal bi sed hezaran kes tevlî festîvalê dibin.

Sekreterê Giştî yê Sendîkayê Alan Cûmmîngs diyar kir ku wan çawa demekê ji bo azadiya Nelson Mandela xebat kirine, ew ê niha jî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heman xebatê bikin. Cûmmîng diyar kir ku azadiya Ocalan ji bo wan û ji bo sendîkayan temayeke girîng e. Serokê Giştî yê Sendîkayê Joe Wînkworth jî diyar kir ku ew dixwaze Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di demeke kurt de azad bibe.

Festîval her meh li bajarê Dûrham ê Îngîltereyê tê kirin û sendîka, karker, tevgerên karkeran, hemû parlementerên Partiya Karkeran jî tê de nêzî 220 hezar kes beşdar dibin. Di festîvalê de tê payîn ku ew ê ji bo azadiya Ocalan gelek xebat werin kirin. Pirtûka Ocalan a ku li Îngîlîzî hatiye wergerandin jî ew ê li festîvalê li ser standan be. Festîval ew ê di 14-16’ê Tîrmehê de were lidarxistin.

JÊDERK: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA