Ferzad Kemanger û hevalên wî hatin bibîranîn

Şoreşgerên Kurd ên ku 9’ê Gulana 2010’an de ji aliyê rejîma Îranê ve hatibûn qetilkirin, li bajarê Frankfurtê ya Elmanyayê hatin bibîranîn.

Li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê Ferzad Kemanger û hevalên wî hatin bibîranîn yên ku di 9’ê Gulana 2010’an de ji aliyê rejîma Îranê ve hatibûn qetilkirin.

Li Haûptwache yê stand hate vekirin û belavok hatin belavkirin. Di belavokan de hate gotin ku di bin gefên îdamê yên Îranê de bi dehan girtî hatin qetilkirin.

Di çalakiyê de girtiyê Kurd ê bi navê Ramîn Hûsseîn Penahî ku rojên derbasbûyî de bi darvekirina wî ji bo demeke ne diyar hatibû rawestandin hate bibîranîn û ji bo bidarvekirinên nû çênebin banga bihestiyarbûnê li saziyên navnetewî hate kirin.