Fermandarê TÎKKO Ozanyar û şervanên MKP'ê hatin bibîranîn
Li bajarê Mannheîm yê Elmanyayê fermandarê TKP/ML TÎKKO Nûbar Ozanyar û şervanên MKP'ê Ûgûr Yalçin û Firat Kasûn hatin bibîranîn.
Li bajarê Mannheîm yê Elmanyayê fermandarê TKP/ML TÎKKO Nûbar Ozanyar û şervanên MKP'ê Ûgûr Yalçin û Firat Kasûn hatin bibîranîn.
Çalakiya ku ji aliyê TKP/ML û MKP'ê ve li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Mannheîmê hatî organîzekirin zêdetirî 200 kes beşdar bûn.
Di çalakiya bibîranînê de rêxistina malbatên şehîdan KOMAW peyamek pêşkêş kir û ragihand ku pêwîst e xwedî li têkoşîna Ozanyar, Yalçin û Kasûn derbikevin. Di peyamê de hat gotin ku di sedsala 21'an de sosyalîzm û paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bi ser bikeve.
Li ser navê MKP û TKP/ML TÎKKO di çalakiyê de axaftin hatin kirin û hat ragihandin ku pêwîst e têkoşîna hevpar were xurtkirin.
Di çalakiyê de bênavber dirûşmeyên 'Bijî Sosyalîzm' û 'Şehîd Namirin' hatin berzkirin.