BI DÎMEN

Fermandar Bêrîtan Nûrhak Çiya şehîd bû

HPG’ê diyar kir ku endama Fermandariya Eyaleta Gabarê Bêrîtan Nûrhak Çiya şehîd bû û got: “Di her kêliya jiyana xwe ya şoreşgeriyê de, bû milîtanek Apoyî û kadroyeke PKK-PAJK’ê ya berpirsyar.”

DAXUYANIYA TÊKILDARÎ ŞEHÎD

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Roja 23’yê Hezîrana 2024’an li herêma Mawayê di şerê li dijî artêşa Tirk a dagirker û êrîşên hewayî de fermandara me ya hêja, jina bi wêrek a Mêrdînê, endama Fermandariya Eyaleta Gabarê Bêrîtan Nûrhak Çiya heta nefesa xwe ya dawî bi fedayiyane li ber xwe da û şehîd bû.

Hevrêya me Bêrîtan zexta dijmin, êşkence û pêkanînên wî yên dermirovî veguherand hinceta têkoşîna gerîla û zemînê derketinên xurt û bi vî rengî bû bersiv. Di her kêliya jiyana xwe ya şoreşgeriyê de, bû milîtanek Apoyî û kadroyeke PKK-PAJK’ê ya berpirsyar. Hevrêya me Bêrîtan di tevahiya jiyana xwe de xwest bibe layiqê ked û berdêlên Rêbertî û şehîdên me yên leheng. Wateyek mezind da her kêliya xwe ya di nava gerîlatiyê de û bi vî rengî jiyan kir. Hevrêya me her tim ji bûyîna bar zêdetir, xwest bar hilgire. Li her çar aliyên welatê me Kurdistanê şoreşgerî kir, wezîfeyên girîng girt ser xwe û ev sekna xwe di pratîkê de îspat kir. Ji fermandariya tîm heta endama fermandariya eyaletê, di gelek astan de wezîfe meşand. Hevrêya me Bêrîtan bi pêşengiya xwe ya xwezayî, di dilê hemû hevrêyên xwe de şopên ku nayên jêbirin, hişt.

Her tim ber û dilê hevrêya me Bêrîtan li Bakurê Kurdistanê bû, hêrsa xwe ya li hemberî dijmin kir sedemê çalakiyên mezin. Hevrêya me fermandariya gelek çalakiyên ku li dijî dijmin hatine lidarxistin, kir û bi tevlîbûna xwe ya fedayî bû fermandareke YJA Starê ya mînak. Weke hevrêyê wê em di serî de malbata hêja û welatpar a hevrêya me Bêrîtan, ji hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku teqez xeyalên wê li Kurdistana azad bidin jiyîn.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêya me Bêrîtan Nûrhak Çiya, bi vî rengî ne:

Nasnav: Bêrîtan Nûrhak Çiya

Nav û Paşnav: Sultan Dag

Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn

Navê Dayik û Bav: Fatma – Recep

Cih û Dîroka Şehadetê: 23’yê Hezîrana 2024’an / Botan

Jinên Mêrdînê hîna şopên çanda Neolîtîk di kesayeta xwe de hildigirin, bi felsefeya Rêber Apo ya azadiyê bûn xwedî zanist û heta roja me ya îro li dijî zihniyeta desthilatdariya mêr berxwedaneke hêja didominînin. Lewma bi sekna xwe ya li gorî pêşengiyên civakî, bersiva herî bi wate didin êrîşên qirkirinê yên ku li ser gelê me têne meşandin. Jinên Mêrdînê yên bi rûmet tevî hemû zext, komkujî û êşkenceyên dewleta Tirk a mêtinger ji azadiya tawîz nadin, ji salên destpêkê yên dema ku têkoşîna me ya çekdarî destpê kirî û vir ve di nava refên berxwedanê de cih digirin û hîna jî mîsyonên xwe yên dîrokî bi cih tînin. Jinên Mêrdînê bi hesreta azadiyê dest bi têkoşînê kirin û ev têkoşîn ji nişfan ragihandin nifşan. Îro jî bi tovên berxwedana ku çandine, mizgîniyên serketinê didin. Hevrêya me Bêrîtan jî ji vê çanda berxwedanê ya bi rûmet tê.

Li herêma Omerya ya Mêrdînê di nava malbateke ku xwediyê kevneşopiya welatparêziyê ya bi kok e, hate dinê. Ji ber ku malbata wê li her çar aliyên Kurdistanê di nava berxwedanê de cih girtiye û bi guhdarkirina çîrokên ku bapîrê wê têkildarî van berxwedanan digot, mezin bû hîna di temenekî biçûk de zanebûna Kurdîtiyê bi dest xist. Malbata hêja ya hevrêya me Bêrîtan li hemberî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ya bi pêşengiya PKK’ê hatî pêşxistin, xwedî eleqeyeke mezin bû û esas girt ku zarokên xwe bi feraseta azadiyê mezin bike. Hevrêya me Bêrîtan tevî ku di temenekî biçûk de bû, ji gerîlayên destpêkê yên çûn gundê wan bandor bû. Hîna di wê temenê de bi gerîla re bû yek. Hevrêya me gerîla weke lehengên zarokatiya xwe dît û di heman demê de jî hîna di wê temenê de gerîlatî kir armanca xwe. Hevrêya me li hemberî hevrêyên me yên jin xwedî eleqeyeke kûr bû, gerîlaya jin a destpêkê dîtî şehîd Hozan Mizgîn – Gurbet Aydin bû û jê pir bandor bû. Soz da ku rojekî tevlî nava refên gerîla bibe. Hîna di 5 saliyê de gundê wan ji aliyê dijmin ve hate şewitandin û li pêş çavên wê êşkenceyên hovane li bavê wê hatin kirin. Lewma hevrêya me Bêrîtan li hemberî dijmin bû xwedî hêrseke mezin. Dema ku ji gundê xwe hatin sirgûnkirin, sozeke tolhildanê ya mezin da û dîsa soz da ku wê rojekî teqez weke gerîla vegere gundê xwe, tola bavê xwe û hemû gelê me ji dijmin bistîne. Hevrêya me bi malbata xwe re koçî Mêrdînê kir û li vir pir bi xwestek nebe jî li dibistanên dijmin dest bi perwerdeyê kir. Hevrêya me hîna di rojên destpêkê yên dibistanê de fêm kir ku ev dibistan navendên asîmîlasyonê ne. Li aliyekî xwendina dibistanê domand, li aliyê din jî ji bo parastina cewherê xwe berxwedaneke bêhempa raber kir. Hevrêya me bi vê taybetmendiya xwe di nava hevalên xwe de hate hezkirin û karî van hevalên xwe li dora xwe kom bike. Ji ber esareta Rêbertiya me û ji ber ku koçî metropolên Tirkiyeyê kirin, pêvajoyeke zehmet jiyan kir. Hevrêya me ev zehmetî veguherand hincetê têkoşînê. Hevrêya me demekê di nava xebatên ciwanên şoreşger de cih girt û di pêvajoyê de têkildarî jiyana gerîla û felsefeya Rêbertiya me, pirtûk xwendin û esas girt ku xwe zane bike. Hevrêya me Bêrîtan hingî ku Rêbertiya me xwend, hîn zêdetir pê re hat girêdan. Di serî de rolên ku di nava civakê de li jinê hatine ferzkirin, bersiva hemû nakokiyên xwe di Rêbertî de dît. Hevrêya me ti carî xwe ayîdê civaka ku lê dijî, hîs nekir. Çiyayên Kurdistanê weke yekane qada azadiyê dît. Birayê wê yê mezin hevrê Nûrhak – Xalid Dag tevlî nava refên gerîla bû. Ev yek bû xisûsa herî girîng ku bandor li hevrêya me Bêrîtan kir. Lewma hevrêya me du caran hewl da ku tevlî nava refên gerîla bibe, tevî di van hewldanên xwe de bi ser neket hêviya xwe timî parast. Li ser vê bingehê hevrêya me di sala 2002’yan de car din ket nava hewldanê û tevî hemû zehmetiyên ku di dema tevlîbûnê de jiyan kirî, bi îradeyeke mezin gihişt armanca xwe û ji Wanê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Bêrîtan piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, derbasî herêma Qendîlê bû. Ji rojên xwe destpêkê yên li vir û şûn de li dijî hewldanên tasfiyeger ên ku dixwestin Partiya me ji hundir têk bibin, bû xwedî sekneke milîtanî. Piştre hevrêya me derbasî perwerdeya şervanên nû bû, bi tevlîbûna xwe ya bi kelecan û bi coş ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Bi kesayeta xwe ya bi meraq jî di nava demeke kurt de, pêşketinên girîng di kesayeta xwe de ava kir. Hevrêya me li vir parastina nirxên me yên madî û manewî, weke yek ji wezîfeyên xwe yên herî esas nirxand û di vî warî de ket nava pêvajoya têkoşîneke girîng. Armanca herî mezin a hevrêya me Bêrîtan ew bû ku weke gerîlayeke YJA Starê wezîfeyên xwe yên demê bi cih bîne û di nava demeke kurt de fêm kir ku ev yek bi pêşketina leşkerî ya sade nabe. Li ser vî esasî hevrêya me giranî da perwerdeyên îdeolojîk jî û bi dersên têkildarî jinê, Kurdistan û dîroka Partiyê wergirtî bû xwedî zanebûneke girîng a îdeolojîk. Hevrêya me di vê pêvajoyê de esas girt ku bi ked û îradeya xwe li ser piyan bimîne û roj bi roj dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re xurt kir. Hevrêya me jiyana gerîla weke jiyaneke ku dixwaze, îfade kir. Kêliyekî jî li cihê xwe nesekinî û xwe gihand hemû xebatan. Lewma hevrêyên wê bi gotina mêruya atom, henek pê re dikirin. Hevrêya me Bêrîtan li herêma Qendîlê demekê perwerdeya teknîkê dibîne û bi tevlîbûna xwe ya bi xwestek ji hemû hevrêyên xwe re pêşengî kir. Bi saya kesayeta xwe ya jîr û ya ku bi lez tiştan fêm dike, rêzdariya hevrêyên me şehîd Dîdar û şehîd Salih qezenc kir. Ku Şehîd Dîdar û şehîd Salih perwerde dabûn wê. Hevrêya me di nirxandineke xwe de diyar kir ku ew ê keda van hevrêyên ku ji bo pêşketina wê tevkarî kirine, ti carî ji bîr neke û wê bibe layiqê wan. Hevrêya me dîsa di vê pêvajoyê de kûrbûna li ser xeta azadiyê jinê, weke armanca xwe ya sereke diyar kir. Têkildarî vê yekê lêhêrbûnên girîng kir. Hevrêya me Bêrîtan li herêma Qendîlê 4 salan têkoşîn meşand, di vê pêvajoyê de tecrubeyên xwe yên destpêkê yên têkildarî gerîlatiyê bi dest xist. Hevrêya me xwe di astên têkoşîna îdeolojîk, leşkerî û rêxistinî de pêş xist û dilsoziya xwe ya bi Rêbertî û hevrêyên me yên şehîd re hîn xurttir kir.

Hevrêya me Bêrîtan dilsoziya bi hestyarî ya ji bo Rêber Apo weke durûtiyê nirxand û ji bo ku dilsoziya xwe girêdayî bingeheke îdeolojîk pêk bîne jî xweperwerdekirina domdar esas girt. Girêdayî vê yekê hevrêya me destpêkê dest bi perwerdeya Akademiya Jina Azad a Şehîd Bêrîtan û piştre jî dest bi perwerdeya Akademiya Leşkerî ya Mahsûm Korkmaz kir û ev pêvajoyên perwerdeyan ji bo mihasebekirina pratîkên berê û ji bo ku xwe di warên leşkerî, îdeolojîk û fermandariyê de pêş bibe, weke bingeke girîng dîtin. Hevrêya me Bêrîtanê dizanîbû ku Egîtbûn, Bêrîtanbûn û Zîlanbûn rasterast girêdayî serkeftina van perwerdeyan e û bi hemû hebûn û zanîna xwe berê xwe da perwerdeyan. Hêvrêya me Bêrîtan piştî pêvajoya perwerdeyê 3 salan li herêma Metînayê û 2 salan jî li Zagrosan pratîk meşand û di van pêvajoyan de yekem tecrûbeya xwe ya fermandariyê bi dest xist. Hevrêya me hêrsa xwe ya mezin a li hemberî dijmin li Zagrosan weke pêngavên şoreşgerî nîşan da û bi wêrektî, çalakbûn û enerjiya xwe ya bêdawî bû xwedî pratîkeke hevsengî mîsyona pêşengtiyê. Hevrêya me di gelek çalakiyên ku li seranserê cihanê deng vedan de cihê xwe girt û bi her derbeya ku li dijmin dixist, karî tola xwe ya ku bi salan li bendê mayî, bistîne. Hevrêya me gelekî di bin bandora tarzê fermandarî û hevrêtiya bêhesab a Şehîd Rojîn Gewda û Şehîd Reşîd Serdar de ma. Ku hevrêya me ew li Zagrosan nas kirin û di tevahiya jiyana xwe ya şoreşgerî de di şexsê van hevrêyan de dilsoziya xwe ya ji bo şehîdan parast.

Şehadeta birayê hevrê Bêrîtanê, hevrê Nûrhak-Xalid Dag a di sala 2011’an de, ji bo hevrêya me bû egera têkoşîna zêdetir. Ji ber vê yekê hevrêya me tim dixwest derbasî Bakurê Kurdistanê bibe û bi sekna xwe ya diyar a girêdayî xeta azadiya jinan û bi tevlîbûna xwe ya xurt baweriyeke mezin da hevrêyên xwe. Ji ber vê yekê di gelek xebatên de cih girt ku ev xebat ji bo Tevgera me gelekî girîng û stratejîk bûn. Hevrêya me şensê ligelmana rêveberiya tevgera me bi dest xist û ji van hevrêyên xwe hînî şêwaz û tarzê xebatê ya Rêbertiya me bû. Hevrêya me Bêrîtan ji bo ku erkên xwe yên serdemî bi cih bîne, bi awayekî israr dixwest derbasî Bakurê Kurdistanê bibe û bi vê armancê weke pêngava ewil di Akademiya PAJK’ê ya Şehîd Zîlan de dest bi perwerdeyê kir. Hêvrêya me piştî ku li vir perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî bi cih anî, derbasî herêma Heftanînê bû û li vir nêzîkî du salan perwerde da hevrêyên xwe yên nû tevlî refên gerîla bûbûn û yên akademiya leşkerî.

Hevrêya me ev wezîfeya xwe jî bi awayekî serkeftî bi cih anî û piştre derbasî Bakurê Kurdistanê bû ku ev yek mezintirîn xeyala wê bû. Hevrêya me dema ku derbasî herêma Gabarê bû hemû xeyal û bîranînên xwe jî bi xwe re birin. Hevrêya me piştî ku demeke kurt li herêma Gabarê dimîne derbasî Kerboranê dibe û li vir ji bo pêşxistina Têkoşîna Xwerêvebirinê kedeke mezin nîşan da. Hem bi pêşxistina çalakiyên bibandor derbên giran li dijmin xist û hem jî gelê me di çarçoveya stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî de birêxistin kir û wezîfeya xwe li vir jî bi awayekî serkeftî bi cih anî. Hevrêya Bêrîtan piştre dubare derbasî Gabarê bû û ji wir jî derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û pratîka xwe ya Bakur weke pratîka nivçomayî nirxand. Hevrêya me ya ku demekê li Herêmên Prastinê yên Medyayê dimîne, piştî perwerdeya Akademiya Hakî Karer derbasî herêma Metînayê dibe û li wir li dijî dagirkeriya dewleta Tirk têkoşîn birêxistin kir.

Hevrêya me piştre pêşniyar kir ku dubare derbasî Bakurê Kurdistanê bibe. Hevrêyên xwe qanih kir û vê carê weke endama Fermandariya Eyaleta Gabarê derbasî Gabarê bû. Hevrêya me Bêrîtan di pêvajoya li Gabarê de mihasebeya kêmasiya hevrêtiyê ya ku li hemberî Rêbertiya me hîs dikirî kir û ev yek kir bingeha derketinên girîng. Her wiha disa jî di hemû kêliyên jiyana xwe de bi dil û hizra xwe hewl da Rêbertiya me fêm bike û bi xurtkirina dilsoziya xwe bibe bersiv. Hevrêya me Bêrîtan felseya yek parî û yek xirqe ji bo xwe weke distûra bingehîn pejirand û bi hevrêtiya xwe ya xurt û bi kesayeta xwe ya jidil û sade wê heya dawiyê di nava têkoşîna me de zindî bimîne.’’