FEDA: Maf û mafdarî wê bi ser bikevin, zilma zaliman wê têk biçe

FEDA'yê nerazîbûn nîşanî redkirina namzetiya Tûrgût Oker da û got, "Em bi canê xwe Pîr Zeynel Kete û Tûrgût Oker re ne. Maf wê bi ser bikeve, zilma zaliman wê têk biçe."

Serokê rûmetê yê Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan li Ewropayê (AABK) Tûrgût Oker li herêma 3. a Stenbolê di rêza yekemîn de ji HDP'ê weke namzetê parlamenteriyê hatibû nîşandan. Lê belê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) bi rengekî nehiqûqî namzetiya Oker red kir. Federasyona Elewiyan a Demokratîk li Ewropayê (FEDA) jî nerazîbûn nîşanî biryara YSK da.

Di daxuyaniya FEDA'yê de hate ragihandin ku ew biryara yekalî ya YSK'yê qebûl nakin û hate gotin, "Namzetên parlamenteriyê Pîr Zeynel Kete û Tûrgût Oker weke neferên têkoşîna rastiyê, hewl didin civaka Rezatiyê biafirînin. Em bi canên xwe Pîrz Zeynel Kete û Tûrgût Oker re ne. Biryara YSK'ê, li dijî îradeya hevpar a civatên baweriya Elewiyan, darbeyek nûjen a mejiyê Neheq e."

'PIŞTGIRIYA ME YA JI BO HDP'Ê WÊ BIDOME'

FEDA'yê diyyar kir ku li dijî biryarên neheq, alîgirî û kêfî wê civaka Elewiyan desteka xwe ya ji bo HDP'ê ku wekhevî û demokrasiyê esas digire bidomînin û got, "Em ê ti carî ji maf û mafdariyê, ji têkoşîna xwe ya jiyana pirreng û wekhev a li dijî zîhniyeta neheq a tekparêz venegerin. Li dijî polîtîkayên serîtewandin û asîmîlasyonê, em ê bi hêza ji Seyîd Riza, Besê û Zarîfeyan wergirtî, li her cihî bi rûmet û serbilindî bisekinin.

YSK bi qedexeyên xwe yên bi navê destûra bingehîn dike, careke din rûyê xwe yê bi maskeya bi xwîn a neheqan nîşan da. Weke zarokên bajarê Reza, weke bawermendên ku ji eşqa rastiyê bawer kirine û di vê oxirê de sirê nadin, em ê HDP'ê destek bikin. Rûspiyên me yên Pîr ti carî serî li ber neheqan netewandin. Ev rê wê timî rêya berxwedêran be. Lewma em careke din dibêjin; maf û mafdarî wê bi ser bikeve. Zilma zaliman wê têk biçe."