FAZ: Tirkiye bi DAIŞ re di nav ‘tifaqeke bêdeng’ de ye

FAZ: Tirkiye bi DAIŞ re di nav ‘tifaqeke bêdeng’ de ye

Bi êrîşên çeteyên DAIŞ re polîtîkaya veşartî ya zexel ku Tirkiye bi rê ve dibe ji çavên çapemeniya derve ya nareve. Rojnameya Elman  Frankfurter Allgemeîne Zeîtung (FAZ), di nûçeya xwe ya ji çavkaniyên herêmî hat destnîşankirin ku Tirkiye kesên ji Kobanê koç dikin zêde nîşan dide û bi DAIŞ re di nav ‘tifaqeke bêdeng’ de ye.

Di nûçeya Pisporê FAZ’ê yê Rojhilata Navîn nûçegihan Markus Bîckel de, îdîayên Tirkiyeyê ku dibêje 130 hezar Kobanî derbasî Tirkiyeyê bûne cih digire. Bîckel da xuyakirin ku ji agahiyên çavkaniyên cuda wergirtine tê xuyakirin ku kesên ji Kobanê koç kirine nêzî 30 hezar kesî ne û Tirkiye bi zanebûn hejmarê zêde nîşan dide.

Bîckel nêrînên Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç, endama berî ya Parlamentoya Ewropa Feleknas Uca û parlamenterên HDP’ê jî ku parve kir, bal kişand ser hewldanên Tirkiyeyê yên herêma tampon. Markus Bîckel, nêrîna Nîlufer Koç a  ‘Êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê û hewldanên Tirkiyeyê yên avakirina herêma tampon ku rastî heman rojan hatine ecêb e” parve kir.

KOBANî VEDIGERIN, BOMBARDÛMAN LI HEMBER ENIYA PAŞ PÊK HAT

Bîckel her wiha da xuyakirin ku, bi hezaran kesên ji Kobanê çûne Bakurê Kurdistanê ji bo di eniya li hember çeteyên DAIŞ de cih bigirin vegeriyane bajarê xwe. Bîckel destnîşan kir ku êrîşên hewayî yên li dijî DAIŞ ji bo Kurdan ‘hêvî’ çêkiriye û da xuyakirin ku bombardûman di aliyê leşkerî de ji bo parastina Kobanê tu feydeyê nedaye.

Bîckel da zanîn balafirên DYA û mutefîkên wê li yekîneyên pir li pişt yekîneyên di dorpêça Kobanê de cih digirin xistiye û diyar kir ev bombardûman bû sedem ku çeteyên DAIŞ hê zêdetir ber bi Kobanê ve birevin.

KURD LI ŞÛNA KAMPÊN TIRKAN LI KOLANAN DIMÎNIN

Bîckel her wiha, diyar kir ku Kobaniyên çûne Bakurê Kurdistanê li şûna kampên rayedarên Tirkan diyar kirine li park û kolana radizên.  Bîckel cih daye axaftina Nûnerê Medîco Internatîonal Martîn Glasenapp ê dibêje, “Kobanî, kampên penaberên ên hikûmeta Tirk diyar kiriye red dikin. Ji ber ev di çavên wan de ji alîkariyê zêdetir, kontrolkirina wan dike armanc.”