‘Faşîzm ti caran wê nikaribe hêviya me bişkîne’

Alîkara Hevseroka Giştî ya DPB’ê Bîrtek got, ‘’Em ê xebatên xwe yên avakirina dahatuya azad geş bikin. Nêzîkatiyên faşîzmî wê nikaribin berxwedana me, qirkirina çandî wê nikaribe rêxistina me û binçavkirin, zindan wê nikaribin hêviya me bişkînin.’

Li Navenda Giştî ya DBP’ê derbarê polîtîkayên zextê yên li ser gelê Kurd û hilbijartiyan, li ser biryara domdarkirina rewşa girtîbûnê ya Hevseroka DBP’ê Sebata Tuncel û Hevşaredara Şaredariya Mezin a Amedê Gulten Kişanak daxuyaniyeke çapemeniyê dan.

Alîkara Hevseroka DBP’ê Berat Bîrtek di daxuyaniyê de axivî û got nêzîkatiyên tinekirina Kurdan ji hêla çandî û siyasî ve beloqtir bûye û got AKP di pozîsyoneke êrîşkar de ye.

‘BERXWEDANA KURDAN GEŞ DIBE’

Bîrtek got gelê Kurd li dijî polîtîkayên zext û zordariyê her li ber xwe dide û ev berxwedan her ku diçe geştir dibe. Bîrtek her wiha got li gel polîtîkayên zext û zordariyê yên AKP’ê yên li ser partiya wan jî  wan beriya bi demeke kurt kongreya xwe civandina û bi dirûşma ‘em bi civaka ronîbûyî ber bi dahatuya azad ve diçin’ dest bi xebatan kirine.

 ‘ÊRÎŞ WÊ NIKARIBIN HÊVIYA ME BIŞKÎNIN’

Bîrtek got di danişîna 15’ê Tebaxê de ya Sebahat Tuncel û Gulten Kişanak, şandeya dadgehê li dosyayan neneriye û got, 3 dadgehên dawî ji hêla şandeyeke ne eslî ve tê rêvebirin. Bîrtek bi domdarî got: ‘’ ’Em ê xebatên xwe yên avakirina dahatuya azad geş bikin. Nêzîkatiyên faşîzmî wê nikaribin berxwedana me, qirkirina çandî wê nikaribe rêxistina me û binçavkirin, zindan wê nikaribin hêviya me bişkînin.’’