Faşîstan êrîşî avahiya HDP'ê ya Bolûyê kirin
Rêveberên HDP'ê xwestin ala xwe bi avahiya xwe ya partiyê ve bikin, lê belê komeke faşîst êrîşî wan kirin. Xebatkarên partiyê heta derengiya şevê li hundirê avahiyê asê man.
Rêveberên HDP'ê xwestin ala xwe bi avahiya xwe ya partiyê ve bikin, lê belê komeke faşîst êrîşî wan kirin. Xebatkarên partiyê heta derengiya şevê li hundirê avahiyê asê man.
Rêxistina HDP'ê ya Bajarê Bolûyê, di çarçoveya karê hilbijartinê de xwest ala xwe bi avahiya xwe ya rêxistinê ve bike. Midûrê Şaxê Ewlekariyê yê Bolûyê destûr neda ku al bê daliqandin û got, "Eger hûn alê bi vir ve bikin, ez ê we destgîr bikim. Ji tiştên biqewimin jî ez ê ne berpirsyar bim."
Piştî van gotinên polîs, komek ji sed kesî li hev civiya û dest bi şewitandina alên HDP'ê kir. Koma êrîşkar heta derengiya şevê nehişt ku rêveberên HDP'ê yên bajar û navçeyan ji avahiyê derkevin.