Êzîdiyên Rojava bexwedana Gokkan silav kir
Êzîdiyên Rojava bexwedana Gokkan silav kir
Êzîdiyên Rojava bexwedana Gokkan silav kir
Şaxa Komeleya Êzîdiyên Rojavayê Kuridstsnê ya Efrînê, çêkirina "Dîwarê Şermê" şermezar kir û piştgiriya xwe jibo çalakiya şaredara Nisêbînê Eyşê Gokkan nîşan dan.
Şaxa Komeleya Êzîdiyên Rojavayê Kurdistanê, bi armanca piştgiriya çalakiya şaredara Nisêbînê Eyşê Gokkan û şermezarkirina çêkirina "Dîwarê Şermê" bi beşdariya dehan welatan li navenda komeleyê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Em wekî endamên Komeleya Êzîdiyên Rojvayê Kurdistanê çêkirina 'Dîwarê Şermê'yê di navbera Bakur û Rojavayê Kuristanê de şermezar dikin û berxwedana şaredara Nisêbînê Eyşê Gokkan silav dikin."
Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû rêxsistinên mirovîyên navnetewî hate kirin ku zextê li dewleta Tirk bikin ku çêkirina "Dîwarê Şermê"rawestîne.