Civaknesê Êzidî Azad Bariş di panela "Di dîrokê de Do Îro Êzdîtî" de anî ziman ku ji sedî 95'ê tiştên derbarê êzidiyan de hatine nivîsîn derewe û got: "Êzidîtî di nava baxçeyê kurdan de gula mîmozayêye." Parlamenterê BDP'ê Altan Tan jî di heman panelê de bertek nîşanê gotinên Serokwezîr Erdogan yên têkildarî êzdîdatiyê de da û wiha axivî: "Gotinên Erdogan yên wekî 'Êzidî be jî ger tevli terorê nebûbe, em ji ber ku ew jî mirovin nirx didin wan' gelek gotinekî nexweşe. Tu serokwezîrekî. Gotina 'Kurd be jî, elewî jî be ger tevli terorê nebûbin' gotinekî piçûkxistinê ye."
Li Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn bi moderatoriya Hîndekara Zanîngehê Şenel Karadaş te bi beşdariya Parlamenterê Amedê yê BDP'ê Altan Tan û Civaknasê Êzidî ku ji Elmanyayê hatiye Azad Şenel bi navê "Di Dîrokê de Do-Îro Êzidîtî" panelek hat lidarxistin. Gelek kes tevli panela ku ji aliyê Akademiya Siyasetê ya BDP'ê hatiye lidarxistin bûn. Piştî axaftina vekirinê yekemîn mafê axaftinê parlamenter Altan Tan girt. Tan di axaftina xwe de gotinên Serokwezîr Erdogan yên derbarê Êziditiyê de rexne kir û wiha dest pê kir:
"Gotinên Erdogan yên wekî 'Êzidî be jî ger tevli terorê nebûbe, em ji ber ku ew jî mirovin nirx didin wan' gelek gotinekî nexweşe. Tu serokwezîrekî. Gotina 'Kurd be jî, elewî jî be ger tevli terorê nebûbin' gotinekî piçûkxistinê ye." Altan diyar kir ku Erdogan hem di çarçoveya laîklîk û hem jî ya hiqûqa îslamê de nikare tiştek wiha bêje. Altan her wiha nezaniya (cahîlî) parlamenterên li Meclîsa Tirkiyeyê rexne kir û wiha axivî: "Di meclîsê de li gel profesorên îlahiyatê jî hene, derbarê êzdîtiyê de tu tiştî nizanin û li ser navê vî dewletê we biryar didin. Ev tiştekî xembariye. Li Tirkiyeyê êdî dema yek bixwaze heqeret li yekî biçe dujûn dide nijada wî. Herî zêde êzidiyan di nava kurdan de kurbûna xwe heta îro parastiye. Ev ji bîl xwe bi tu kesî ve nazewicin."
Civaknak Azad Bariş ku ji Elmanyayê hatiye jî piştî Tan, mafê axaftinê girt û da zanîn ku ji tiştên der heqê êzdîdetiyê de hatine nivîsîn ji sedî 95 derewin. Bariş, got ku lewra tu kesî guh nedaye êzidiyan û li gor wê ev çavkanî hatine nivîsîn. Bariş wiha domand: "Tu kesî guh nedaye êzidiyan. Li gor xwe hin tişt nivîsîme. Her tim digotin ew erebî diaxivin. Tu carê em erebî neaxivîne. Zimanê êzidiya kurdiye. Van demên dawî Wezîrê Karê Hundir û Serokwezîr li ser înternetê heqeretê li êzidiyan dikin. Ji ber ku hejmara me kême bila dijminiyê li me nekin. Dîrokekî me gelek dewlemend heye. Ger em 5 kes jî bimînin em dîsa dikarin şerê xwe bikin."
Bariş, diyar kir ku di dîrokê de yekemîn di salên 1620'an de Gerokê navdar Marko Polo behsa êzidiyan kiriye û ev tişt lê zêde kir: "Marko Polo di gera xwe de dibêje 'Ez çûm bajarê Êzidiyan yê bi navê Yez ê. Min êzidî li wîr dîtin' Êzidîtî di nava baxçeyên kurdan de wekî gula mîmozayê ye. Êzidî her roj derdikevin pêşberî rojê û sê danan ji bo hemû mirovahî di nava aştiyê şiyarê roja nû bibe dua dikin. Şêx û pîrên êzidiyan tu demê nazewcin. Duayên wan ji bo hemû mirovahiyê ye."
Hindekara Zanîngeha Koç Şenel Karataş ku moderatoriya panelê dikir jî nêrînên xwe anî ziman û destnîşan kir ku pirsgirêka êzidiyan ya herî esasî pirsgirêka nasnameyê ye. Karadaş di berdewamê de der birî ku her tim hatiye êzidiyan jî girê bidin tirkiniyê û wiha pêde çû: "Her tim wan xwestiye êzditiyê wekî olekî ku baweriyê bi 'Şeytan' tînin bidin nîşandan. An jî dibêjin ew jî mirovin û qaşo merhemetê nîşan didin. Ev jî nebe me tenê wekî hebûnekî folklorîk didin nîşandan."
Karadaş, di berdewamê de balkişand ku di dîrokê de Gerok Evliya Çelebî jî behsa êzidiyan kiriye û wiha axivî: "Evliya Çelebî di nivîsên xwe de behsa êzidiyan kiriye. Wî di nivîsên xwe de gotiye 'Ezidî mirovên qirêjî, serhişk û çiyayî ne' Ji bo pesin dayînê jî gotiye 'Ew gelek baş çekan bi kar diînin'. Wêjewanê navdar ê Rus Puşkîn jî di dema surginiya xwe ya Erziromê de li derdora çiyayê Agiriyê rastî êzidiyan tê û ew jî rasthanitina xwe wiha vedibêje 'Digotin ew baweriyê bi şeytan tînin. Lê ev dereve. Li gor van mirovan şeytan tiştekî gelek belengaze. Ez hêvî dikim rojekî xweda hemûyan efû bike û ev mirove jî rastiyê bizanibin'."